Bi salan e ku em weke rewşenbîr, siyasetmedar, partî û rêxistinên Kurdistanî hemî behsa yekitî an bi hevre karkirinê dikin. Lê me heta roja îro tu netîce negirtine. Destpêkê de gavên baş têne avêtiin, dûre jî gavên xemgînî û neyekrêziyê tên.
Ez gihiştim wê baweriyê ku em mijara yekîtî û bi hevre karkirinê şaş munaqeşe û gengeşe dikin. Yanî ev mijar tenha di nava serok û serokatiya partiyên siyasî de dimîne loma jî bi ser nakeve.
Li gor min sedema wê jî ew e ku nebiserketina vê girêdayî serok û serokatiya partiyên siyasî yên temen mezin û ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne. Ji ber ku piraniya serok û serokatiyên partiyên heyî bi tirsin ku dema yekitî an bi hevre karkirineke li ser xeta neteweyî pêk bê, wê piraniya wan jî, wê cih, meqamên û kursiya xwe wenda bikin. Ji ber ku ew baş zanîn ku di her yekitiyan de wê tenha serokek û komîteyek bê destnîşankirin.
Pirs û tirs di virde ye. Kî/ê bibe serok? Wê kî di komîteyên rêvebirde cih bigirin. Di virde tirs ew e ku yên salmezin, netêgihiştî, nezan û berjewendîperest, wê bi eşkereyî yekitiyê biparêzin lê wê bi dizî jî ji bona ev nere serî çi ji destên wan bê, dê texsîr nekin.
Loma jî divê kurd vî rengê munaqeşeya yekitiyan biguherin. Di guherandineke weha de jî em ê weke kurd bighêjin wê daxwaza xwe.
Çawa?
Ji bona partî û tevgerên bixwazin bibin yek an yekitiyek bi hevre karkirinê pêk bînin, divê munaqeşeyên vê ne ji serok û rêberan ve bê destpêkirin. Ji xwe derdê mezin ew in ku ew bi xwe vê naxwazin.
Her partî li gor xwe xwedî hêz û qawetekê ne. Dîsa ew her yek li gor xwe xwedî endamên jin û ciwanan e. Ji bona yekitiyeke mayende pêk bê. Pêwîst e ev ji jin û ciwanên wan de bê destpêkirin.
Loma jî di destpêkê de pêwîst e ku jin û ciwanên partiyan bi hevre bidin û bistînin. Navbera xwe xweş bikin. Li gel hev û bi hevre hin çalakiyên li dar bixin. Hin semîner û konferansan bi hevre organîze bikin. Yanî divê jin û ciwanên partiyan ji bilî xeta partiya xwe, li ser xeteke neteweyî bikaribin li gel hev bicivîn. Di civînên wan de divê serok û serokatiya tu partiyan beşdarî nekin.
Dema ku li hev civîyan jî divê li gel hev li ser yekrêzî û bi hevre karkirinê têbînî û pêşniyarên xwe ji ji hevre vekin. Ew bi xwe çi dixwazin, divê zelal bikin. Di zelaliyeke weha de dê diyar bibe ku ji bona çi bi salan e partî û tevgerên kurdistanî nikarin bibin yek.
Dema jin û ciwanên hemî partiyan li gel hev gihiştin vê baweriya ku pêwîstiya gelê Kurd ji yekitiyiekê heye, aha dê gavên berbi yekitiyan jî bêne avêtin. Ew jî wê bi zordarî û cahda jin û civanên pêk bê. Ewên zorê bidin rêberên xwe da ku ji bona azadî û serxwbûna gelê kurd, ji yekitiyê pêve tu rêyeke din niha li pêşberî wan tune ye, bidin zanîn.
Di karekî weha de wê jin û ciwanên me vê bi serok û endamên partiyên xwe re bidin fêm kirin ku îro ji her demê bêtir karekî weha pêwîst e. Wê bidin zanîn ku yekitî û bi hevre karkirina partiyên siyasî yên kurd û Kurdistanî ne luks e, zarûrî ye.
Bi salan rêber û serokên me qaşo vê munaqeşe dikin, lê nagihêjin tu encaman. Loma jî êdî ev mijar ev erk jî divê bibe barê hustiyê her jin û ciwanên ku ji welatê xwe hez dikin.
Divê ji îro pêde jin û ciwanên hemî partiyên Kurdistanê li gel hev bidin û bistînin. Divê dest ji çanda ”ev tenê ê min e” berdin. Dest bidin hev, li gel hev ji bona azadiya gelê xwe bi hevre çalak bin.
Dest bavêjin hin karên hevbeş û bi hevre. Munaqeşe û gengeşiyên xwe bighêjînin rêber û serokên xwe. Divê jin û ciwan bi xwe li ser vê mijarê serok û rêberên xwe guhdarî bikin. Gotin û kiryarên wan bipîvin. Dûre jî bi hevre munaqeşe bikin, da ku rastî û nerastiyê ji hev veqetînin. Di netîceya gengeşiyên we de kî yekitiyê dixwazin kî naxwazin dê bi zelalî bê eşkere kirin.
Di kar û xebateke weha de dê rewşa çima partî û rêxistinên Kurdistanî nabin yek? bê zelal kirin. Di zelaliyeke weha de jî wê gavên bi hevre karkirin û yekitiyan bêne avêtin.
Baweriya min ew e ku heta jin û ciwanên me yên endamên partiyên kurdistanî dest navêjin vî karî, wê tu yekitiyên Kurd û Kurdistanî li bakurê kurdistanê pêk neyê.
Hêvî û rica min ji jin û ciwanên me yên endamên partiyên xwe ne, ew ku ji îro pêde destên xwe yên xuşk û brane bidin hev. Bi hevre munaqeşe bikin da ku hûn bikaribin yekitî û bi hevre karkirineke mayende bixuliqînin. Hêvî maye hûn!!!
Îro li ser destê Kemalîstên (PKK û DEM) kurd, gav bi gav ruhê neteweyî ji nava kurdan tê kişandin. Heger li hember vê em nebin xwedî hêz û qawetek em ê hemî bi hevre wenda bikin.
Kerem bikin jin û ciwanên partiyên xwe, dest bidin hev û zorê bidin serok û rêberên xwe da ku em zûtirîn demê bighêjin yekitiyeke li ser xeta neteweyî. Ev xet jî, îro jin û ciwanên me dikarin xurtir bikin.
Loma girîng e ku hûn bikaribin xwe ji çanda rêxistiniya hêzên îro dûr bixin. Ji ber ku di wê çandê de yekîtî û bi hevre karkirin tenê di gotinê de ye. Di wê çandê de tenê Ez û Ez heye. Xwe ji vê dûr bixin…
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.