Berdevkê KCKyê dema danîna çekan eşkere kir

Berdevkê KCKyê Zagros Hîwa ragihand ku di navbera 10-12ê Tîrmehê de koma yekem a gerîlayan dê li Silêmaniyê çekên xwe deynin.

04.07.2025, Cum - 10:54

Berdevkê KCKyê dema danîna çekan eşkere kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Koma Civakên Kurdistan (KCK) Zagros Hîwa baskê siyasî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye da zanîn ku di navbera 10-12ê Tîrmehê de koma yekem a gerîlayan ku ji 20-30 kesan pêk tê dê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê çekên xwe deynin.

PKKê meha Gulanê ragihandibû ku xwe fesix dike û dest ji xebata çekdarî berdide û dawî bi şerê li dijî Tirkiyeyê tîne.

Biryara PKKyê piştî wê yekê hat ku Rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan meha Sibatê ji PKKyê xwestibû ku kongreyekê li dar bixe û bi fermî xwe fesix bike û çekan deyne.

Berdevkê KCKyê Zagros Hîwa ji ajansa nûçeyan a Associated Pressê re ragihand ku gerîla dê “bi serpereştiya rêxistinên civaka sivîl û aliyên pêwendîdar” çekên xwe deynin û da zanîn ku hejmara gerîlayên ku dê beşdar bibin diyar nebûye lê dibe ku di navbera 20 û 30 gerîlayan de be.

Berdevkê KCKyê Zagros Hîwa anî ziman:

“Ji bo ku PKK gavên zêdetir ber bi çekdanînê ve bavêje pêwîst e tecrîda li ser Ocalan hatiye sepandin were rakirin û gavên destûrî, yasayî û siyasî werin avêtin ji bo piştrastkirina wê yekê ku ew gerîlayên dest ji xebata çekdarî berdidin karibin li Tirkiyeyê tevlî siyaseta demokratîk bibin.”

Berpirsekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin ji Associated Pressê re ragihandiye ku ji bo “jinavbirina sembolîk a hinek çekên sivik a bi mebesta dilniyakirina Tirkiyeyê” rêkeftin hatiye kirin û ew dê amadebûna nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê were kirin.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî ragihand, dibe ku PKK “di çend rojên bê de” dest bi radestkirina çekan bike lê ti hûrgiliyên din eşkere nekirin.

Çelîk da zanîn ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya bê dê bi Heyeta Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) re bicive.

PKKyê 12ê Gulana 2025an encamên Kongreya xwe ya 12an ragihand ku di 5-7ê Gulanê de hatibû lidarxistin û PKKyê di kongreyê de biryara xwefesixkirinê û çekdanînê da.

 

Vî nûçeyê tevayî: 105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:10:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x