Dije Terora Kurdistanê: Droneke Tirkiyê li Şingalê otomobîleke PKKê kire armanc

Dijî Terorê Kurdistanê roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê, otomobîleke çekdarên PKKê li taxa Nesr ya Şingalê kiriye armanc.

04.11.2022, Cum - 05:48

Dije Terora Kurdistanê: Droneke Tirkiyê li Şingalê otomobîleke PKKê kire armanc
Nuçe Belav bike

Duh êvarê (Pêncşemê) sînorê Şingal a Başûrê Kurdistanê hat bombebarankirin, Fermandarekî Pêşmerge ragihand, di êrîşê de li ser sînorê Şingal a Neynewayê, çend kesan canê xwe ji dest dan. Dije Terora Kurdistanê ragihand, li Şingal a Başûrê Kurdistanê di encama êrîşa firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê de, gerîlayekî PKKê canê xwe ji dest daye û 2 jî birîndar bûne.

Berpirsê Operasyonên Hêza Pêşmerge li sînorê Şingalê Luqman Gilî ragihand, “Du herêmên cuda yên Şingalê bi dronan du caran êrîş kirin; Ya yekem demjimêr derdora 19:00an de li herêma Şilo ya li ser rêya gundê Barî li pîkapekê ket. Di wesayitê de 4 kes hebûn ku hemû gerîlayên PKKê bûn û canê xwe ji dest dan. Êrîşa duyemîn piştî nîv saetê rû da, wesayîtek li Taxa Nasrî ya Şingalê li nêzî binkeya polîsan hat armanckirin û şewat derket lê heta zirara wê nehat zanîn.”

Rayedarê Pêşmerge diyar kir ku îhtîmal e ev êrîş ji aliyê dronên Tirkiyê ve hatibine kirin.

Dijî Terorê Kurdistanê ji ragihand ku duh Pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê, otomobîleke çekdarên PKKê li taxa Nesr ya Şingalê kiriye armanc û di encamê de gerîlayekî PKKê canê xwe ji dest daye û 2 yên din jî birîndar bûne.

Ev çend meh in bombaranên li ser Şingalê zêde bûne.

Roja Sêşemê 18ê Cotmeha 2022an jî li Şingalê otomobîlek teqiya. Parlamenterekî Iraqê ji Rûdawê re ragihandibû, firokeyeke bê firokevan otomobîleke YBŞê kiriye armanc û di encamê de berpirsek û şofêrê wî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:06:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x