Du sivîl şehîd ketibûn: HPGyê daxuyanî da

HPGyê li ser du sivîlan daxuyanî da ku 8ê vê mehê li Şêladizê di bombebarana Tirkiyeyê de şehîd ketibûn.

11.03.2024, Pts - 06:20

Du sivîl şehîd ketibûn: HPGyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Di bombebarana Tirkiyeyê ya li Şêladizê de Seîd Mubarek Dêwîkî û Araz Ferec canê xwe ji dest dabû û Salih Mubarek jî birîndar bûbû.

“Bi zanebûn êrişî gelê herêmê dike”

Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîdketina du Pêşmergeyan jî bi bîr anî û got:

“8ê Adara 2024an di bombebarana hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ji Şêladizê Seîd Mubarek û Araz Ferec şehîd ketin û kurê Seîd Mubarek Salih Mubarek jî birîndar bû.

Beriya her tiştî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfayê ji Salih Mubarekê birîndar re dixwazin.

Di heman demê de 20ê Sibata 2024an Pêşmergeyên bi navê Arîf Taha û Beşîr Omer Elî di bombebarana hewayî ya dewleta Tirk de şehîd ketin.

Dewleta Tirk a dagirker ku dijminê sondxwarî yê Kurdan e, bi zanebûn êrişî gelê herêmê dike, sivîlan qetil dike û bi vî rengî sûcê şer dike.

Hesabê wê yekê dike ku bi vî rengî gelê Kurd ê welatparêz bitirsîne û bitepisîne. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî gerîla nikare şer bike, bi rengekî namerdî ji hewayî bombeyan li mirovên sivîl dibarîne.

Gelê me yê Kurdistanê yê welaparêz divê zanibe ku ev namerdiya dewleta Tirk wê jê re nemîne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:04:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x