Duhok; Li Kanî Masê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket

Îro li sînorê parêzgeha Duhokê gerîlayên PKKê êrîşî xaleke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê kirin û di navbera her du aliyan de şere derket.

19.07.2023, Çar - 10:58

Duhok; Li Kanî Masê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyê ku Rudaw'ê dest xistîye, îro li nahyeya Kanî Masê ya ser bi navçeya Amêdiyê ve hejmarek gerîlayên PKKê êrîşî xaleke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê kirin.

Ji ber êrîşê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şerekî giran derket û şer hata 30 xûlekan dom kir

Çavkaniyekî ewlekariyê li nahyeya Kanî Masê ku nexwest navê wî were aşkerekirin, derbarê bûyerê de ji Rûdawê e axivî û gor, şerê navbera PKKê û artêşa Tirkiyê derdora demjimêr 11:15an çêbûye.

Li gor gotina heman çavkaniyê han, destpêkê gerîlayên PKKê bi RPG û çekên din êrîşî xaleke leşkerî kirine û piştî ku leşkerên Tirkiyê bersiv dane, şerê wan dest pê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:20:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x