Li Metîna di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket

Li quntara Çiyayê Metîna li xaleke leşkerî ya Tirkiyê ya nêzîk deşta Serê Pirasê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand, ji ber şer elektrîka giştî li nahyeya Kanî Masê qut bûye.

02.02.2023, Per - 13:24

Li Metîna di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyekî taybet li nahyeya Kanî Masê ya qezaya Amêdiyê gihîştine Rûdawê, îro Pêncşemê 2ê Sibata 2023an li nêzîk deştên Serê Pirasê li quntara Çiyayê Metîna di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de şer çê bûye.

Li gor zanyariyan, şer li nêzîk xaleke leşkerî ya Tirkiyê bûye, û zêdetir ji sê demjimêran dom kiriye. Herwiha di şer de çekên sivik û navend hatine bikaranîn.

Tê gotin, piştî bidawîbûna şer, elektrîka giştî li nahyeya Kanî Masê qut bûye ku tê texmînkirin ji ber şer be.

Rêveberê Elektrîka Amêdiyê, Aram Celal ji Rûdawê re ragihand: “Em hatine agahdarkirin ku hêla 32 KV li nêzîk navçeya Kabinêrkê qut bûye, tîmên me demildest hatin agahdarkirin û ber bi cihê qutbûnê ve birêketin, lê belê ji ber berfa zêde û rewşa hewayê em negihîştin wî cihî.”

Derbarê sedema qutbûna elektrîkê de, Aram Celal got ku ew sedemê nizanin û diyar kir; “Ji ber ku em hêj negihîştine cihê qutbûna elektrîkê”. Aram Celal ragihand: “Lê dema gihîştin dê di demek herî kin de xetê tamîr bikin û elektrîka Kanî Masê jî dê bê vegerandin.”

Di Nîsana sala bihorî de, Tirkiyê operasyoneke berfireh li navçeyên Kanî Masê, Dêrelûk û Şêladiz dest pê kir ku heta niha didome. Ji ber şerê Tirkiyê û gerîlayên PKKê, neh caran elektrîka Kanî Masê hatiye qutkirin.

Derbarê wî şerî de PKKê hêj ti daxuyaniyek nedaye.

Herwiha Tirkiyê li ser şerê îro ti zanyarî belav nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:10:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x