PKK: Cenazeyê leşkerekî Tirkiyê di destê me de ye

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê PKKê yê çekdarî ye, ragihand ku cenazeyê leşkerê bi navê Mustafa Bazna di destê wan de ye û eger malbat wî daxwaz bike ew dikarin cenaze radestê malbatê bikin.

07.12.2022, Çar - 13:00

PKK: Cenazeyê leşkerekî Tirkiyê di destê me de ye
Nuçe Belav bike

Leşkerê bi navê Mustafa Bazna yê xelkê Duzceyê, piştî pevçûnekê li herêma Metîna li nav axa Başûrê Kurdistanê, peywendiyên artêşa Tirkiyê ligel wî qut bibû û jê ti agahî nehatibûn wernegirtin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlî ragihandibû ku xalê wî leşkerî, daxwaza alîkariyê kiribû, lê pişt re malbatê red kiribû ku daxwazeke wan a bi wî rengî hebe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê di daxuyaniya de ragihand ku di şerê 3ê Mijdarê yê li Metînayê de cenazeyê leşkerê navborî di dest destê wan de maye.

Di daxuyaniya xwe de HPG dibêje: “Me diyar kiribû ku di 3yê Mijdarê saet di 12.20an de di çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê FM a Metînayê ku nêzî navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê ye, me cenazeyê leşkerekî, alavên wî yên leşkerî û telefona wî ya destan desteser kiriye. Agahiyên cenazeyê leşkerê di destê me de wiha ne; navê wî Mûstafa Bazna ye, navê dayik û bavê wî Dondu û Ramazan e, di 14ê gulana 1996an de li Duzceyê ji dayik bûye. Me dît ku mirina vî leşkerî ji raya giştî hatiye veşartin.”

HPGê herwiha dibêje: “Eger were xwestin em dikarin bi rêya sivîl an jî saziyên civakî yên sivîl cenazeyê leşkerî bi navê Mûstafa Bazna teslîmî malbata wî bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:29:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x