Tirkiye û PKK'ê amarên şer belav kirin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand ku di operasyonên artêşa wî welatî yên li nev axa Herêma Kurdistanê de 5 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî dibêje gerîlayn 3 leşkerên Tirkiyê kuştine û leşkerek jî birîndar bûye.

22.07.2023, Cts - 15:54

Tirkiye û PKK'ê amarên şer belav kirin
Nuçe Belav bike

Tirkiyê li deverên sînorî ên Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke nû kir û bi rêya helîkopteran serbaz daxistine 10 xalan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ev dema sê rojan e ku Tirkiyê li deverên Dêrelûk, Nihêlê û Hêtîtê li çiyayê Metîn dest bi operasyonê kiriye û serbazên xwe daxistine 10 xalan.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku ev sê şev in li gundê Reşave, Çiyayê Elho û Zilyê dengê teqeyan tê bihîstin, Çiyayê Metîna, serê Aşîftê û devere gundê Guherz û Belave berdewam têne bombebarankirin û 12 top li derdora gundên Guherz û Belaveyê ketine.

Her di derbarê rewşa navçeyê de, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihandiye, 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. HPG jî dibêje gerîlayên wan 3 leşkerên artêşa Tirkiyê kuştine û 2 jî birîndar kirine.

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye ku leşkerekî wan jî doh birîndar bibû û îro canê xwe ji dest daye.

Ev di demekê de ye ku HPG di daxuyaniyekê de gotiye, Artêşa Tirkiyê ji roja 10ê Tîrmehê ve li Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke nû kiriye ku dron û topan têde bikar tîne û deverên Zap, Metîna, Xwakur, Amêdî û Avaşîn bombebaran dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:00:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x