Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneka hevbeş dan destpêkirin

Hat ragihandin ku Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li devera Zînane ya Xurmatû dest bi operasyoneka hevbeş li dijî IŞİD'ê kirin.

12.05.2022, Per - 10:56

Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneka hevbeş dan destpêkirin
Nuçe Belav bike

Qaymeqamê nahiya Zînane ya Xurmatû, Wehab Ehmed da zanîn ku îro danê sibê hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê dest bi operasyoneka hevbeş li dijî IŞİD'ê kirin.

Wehab Ehmed her wiha got, operasyon herî zêde li derdora gundê Pelkane li devera Dawide ye.

Li devera Dawide ya nahiya Zînane zêdetirî 50 gundên kurdan hene û piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017 ji destê Pêşmerge hat derxistin û ket bin destê Heşda Şeibî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 639 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:37:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x