Li Kerkûkê 27 kesên biyanî hatin girtin

Li bajarê Kerkûkê 27 kesên berevajî yasaya rûniştvaniyê li bajarbûn hatin girtin.

26.12.2022, Pts - 11:59

Li Kerkûkê 27 kesên biyanî hatin girtin
Nuçe Belav bike

Îro 26.12.2022yê Wezareta navxwe ya Iraqê bi daxuyaniyekî ragehand: Beşa karûbarên rûniştvaniyê (îqame) ya ser bi rêveberiya kesî û pasaporta Kerkûkê 27 kesên biyanî girtine ku berevajî yasayên rûniştinê li bajar bûn.

Herwaha hat ragehandin, ewên ku berevajî yasaya rûniştvaniyê li Kerkûkê tên girtin dê rêkarên yasayî li hember wan bên kirin û daxwaz ji hemwelatiyan tê kirin ku zanyarî li ser wan kesên biyanî bidin beşa karûbarên rûniştvaniya Kerkûkê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:52:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x