Li Kerkuk'ê zilamekî hevjîna xwe xeniqand

Hat ragihandin ku li bajarê Kerkuk'ê li taxa Penca Elî, jin û zilamekî piştî nîqaşekî tund kirin, zilam hevjîna xwe xeniqand.

06.05.2022, Cum - 10:13

Li Kerkuk'ê zilamekî hevjîna xwe xeniqand
Nuçe Belav bike

05.05.2022yê fermandarê polîsê Kerkûkê Emîd Kawe Xerîb ragehand: ‘’Îro li taxa Penca Elî ya bajarê Kerkûkê ji ber pirsgirêkekî civakî nîqaş di navbera jin û zilamekî de derket û hevjînên hev bûn. ‘’

Herwaha got: ‘’Di encamê de li hev didin û destê xwe dixin qirka hev û ji ber wê ew jin krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide û piştre jî hêzên polîs ew zilam girtin.’’

Li gor zanyariyan temenê wê jinê 49 sale û zilamê wê jî 50 saliye û di encama nîqaşa navbera herduyan de, zilam destê xwe dixe qirka wê û wê jinê jiyana xwe ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 665 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:20:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x