Serkirdeyê Şîe: Divê Ala Kurdistanê li Kerkûkê were daxistin

Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Şieyan Emmar Hekîm li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê derket û ev yek weke “binpêkirina hevgirtina Iraqê” binav kir.

05.04.2017, Çar - 09:18

Serkirdeyê Şîe: Divê Ala Kurdistanê li Kerkûkê were daxistin
Nuçe Belav bike

Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Şieyan Emmar Hekîm, li parêzgeha Diyala ya Iraqê di civîneke çapemeniyê de biryara bilindkirina Ala Kurdistanê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê rexne kir û got; “Ev yek binpêkirina hevgirtina Iraqê ye.”

Hêjayê gotinê ye, ku Emmar Hekîm weke dostê serkirdetiya siyasî ya kurd tê naskirin.

Beriya çend rojan jî serkirdeyekeyî diyar ê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Şîeyên Iraqê daxwaza birîna meaş û bûdceya Kerkûkê kiribû.

Encûmena Parêzgeha Kekrûkê roja 28ê Adarê biryar da, ku li tevahî sazî û dezgehên parêzgehê Ala Kuridstanê were bilindkirin.

Rêveberiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên kurdî piştgirî dane vê biryarê.

Roja 1ê Nîsanê jî Parlamentoya Iraqê biryar da, ku li Kerkûkê ji bilî Ala Iraqê ti aleke din neyê bilindkirin.

Roja 2ê Nîsanê Serokê Parlamentoya Iraqê soz da freaksiyonên kurdî heta di navbera aliyên Iraqê de lihevkirin nebe, ev biryar neyê pêkanîn û roja 3ê Nîsanê jî Parlamentoya Iraqê ji bo zelalkirina vê mijarê biryar da komîsyonek were sazkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1828 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:30:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x