Serok Barzanî: Em bazarê li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê nakin

Îro Serok Mesûd Barzanî li gel kesatî û maqûl û kadirên sînorên Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk – Germyan civiya û ragihand: Em ti bazarê li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê nakin û nabe dagîrkirina wê bibe bingeh.

16.09.2018, Paz - 16:47

Serok Barzanî: Em bazarê li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê nakin
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di gotina xwe de ji amadebûyên civînê re got: Wek her dem, ez di wê baweriyê de me, wê Kerkûk bibe nimûneya pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyan û pêwîst e rewşa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, li gorî madeya 140î ya destûrê were çarekirin û nabe dagîrkirina wê bibe bingeh.

Di civînê de, Serok Barzanî balkişand ser binpêkirinên destûrî yên Hikûmeta Iraqê di çend salên derbasbûyî de û behsa biryara gelê Kurdistanê ya encamdana referandumê û bûyerên piştî wê û binpêkirinên Bexdayê li dijî gelê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî diyar kir, ku navçeya Germiyan pişka şêr ji qurbanîdanê di ber berjewendiyên gelê me de daye û bi dirêjiya xebata azadîxwaza gelê me, xuşk û birayên me li wê navçeyê, rastî azar û eşkence û zordariyeke mezin hatine.

Herwiha Serok Barzanî got: Berî niha çendîn caran me ragihandibû, ku pêwîst e Kerkûk bibe nimûneya pêkvejiyana pêkhateyan û di warê rêvebirinê de Kurd gellekî dilfireh û bexşinde be û ji pişka xwe jî postan bide pêkhateyên din, niha jî em tekeziyê li ser vê baweriya xwe dikin, ku Kerkûk bajarê pêkvejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyan e, lê em ti bazarê li ser nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê nakin û pêwîst e rewşa niha ya Kerkûkê û derdora wê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê, li gorî madeya 140î ya destûrê, were çarekirin.

Herwiha li ser rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê û hilbijartinên Perlemana Iraqê, Serok Barzanî zelal kir, tevî ku nehezên me di wê baweriyê de bûn, ku Partiya Demokrat a Kurdistanê, di bin fişarên cor bi cor ên abûrî û siyasî de ye û ewê di encamê de bişkê, lê bihimmeta cemawerên gelê me, PDK karî dengê yekem li ser astê Kurdistan û Iraqê misoger bike û bibe partiya yekem li ser astê Iraqê.

Serok Barzanî behsa wê yekê jî kir, ku ewên zordarî beramberî gelê me kirin, gellekî bizav kirin ku kînê bixin dilê welatiyên Iraqî, lê encamên hilbijartinan eşkere kir, ku welatiyên Iraqî, ew kesana siza dan, ku kiryarên nedestûrî li dijî gelê Kurdistanê kirine.

Serok Barzanî derbarê danûstendinên niha, di navbera aliyan de ji bo pêkanîna Hikûmeta Iraqê got: Me sê bingeh danîne û em pêbendî wan in, ku nabe hukmê takrewî li Iraqê hebe û ji bo rêgirtinê li ber vê yekê pêwîst e Hikûmet li ser: Hevpariya rastyane, Lihevkirin û hevsengiyê di nav pêkhateyan de were pêkanîn û em li gel aliyên Iraqî di gotûbêjên ciddî de ne, heya ku em Encûmena Federalî pêk bînin, pêwîst e Encûmeneke Siyasî Bilind ji bo pilanên stiratîjî were pêkanîn, daku biryarên giring bi razîbûna nûnerên pêkhateyên Iraqê pêkve ji wê encûmenê derkevin û Kurd têde beşdar bin, daku careke din takrewî di hikumdariyê de çênebe û binpêkirinên destûrî bidawî bên û ti kes û aliyek nikaribe ew tawanên li dijî gelê me hatine kirin dubare bike.

Derbarê hilbijartinên Kurdistanê Serok Barzanî ragihand, ku PDK her dem di wê baweriyê de ye, ku gel jêderê biryar û rewatiyê ye, lewra bêdudilî û bi serfirazî tevlî hilbijartinan dibe û ji kadirên PDK xwest, ku bicoşeke mezin xwe ji hilbijartinên Perlema Kurdistanê re amade bikin û bi zimanekî xweş behsa destkeftên PDKê bikin û dest li ser kêmaniyan deynin û xwe ji teşhîrkirin û dayina sozên mezin dûr bikin û bi temamî pêbendî yasayan bin.

Serok Barzanî tekez kir, ku bi piştevaniya gelê, wê PDK biserketinên mezin bidestve bîne û hikûmeteke bihêz wê were pêkanîn ku karibe çaksaziyên bingehîn bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1233 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:35:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x