Barzanî li ser rewşa dawî daxuyanî da

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îşev 20ê Cotmehê li ser rewşa dawî û êrîşên ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

20.10.2017, Cum - 20:12

Barzanî li ser rewşa dawî daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Barzanî referandûma serxwebûnê bi bîr xist û got, ‘Piştî wê yekê ku gelê Kurdistanê bi awayeke aştiyane te'bîra raya xwe kir li diyar kirina çarenivîsê, ku mafekî asayî û xwezayî û siruştiya her gel û neteweyeke, niha gelê me ketiye ber êrîş û abluqe û sizadana bi komel.'

Barzanî helwesta Bexdayê ya li hemberî Kurdan bi bîr xist û da xuyakirin, ‘Hikumeta Iraqê jî bi navê ferzkirina yasayan wiha mijulî sizadana mîlletekî ye ku tenê raya xwe derbiriye û hîç tawanek nekiriye. Ew sizadana ku li dijî gelê me heye binpêkirina hemû sînoran û yasa û destûra Iraqe û heman demî de dixwazin îradeya xwe bi zora çek û şer li ser gelê me bisepênin û rûmeta gelê me bişkînin. Eve jî bûye sedema têkdana jiyana xelk û koçberbûna zêdetirê sed û pencih hezar kesan.'‘BANG

Barzanî di daxuyaniyê de bang li ‘wijdana gelên cîhanê û raya giştî û azadîxwaz û rewşenbîrên seranserê cîhanê' kir û got, ‘Piştevanê gelê Kurdistanê bin û rê li jenosayd û karesateke nû big rin ku li ser gelê me de tê û guşarê bixin ser hikûmetên xwe û navendên biryarê bo ku bêne deng li ser vê zulm û sîtema ku li gelê Kurdistanê tê kirin.'

Agahî tên…

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1609 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:35:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x