Berdevkê YNKê: Pêşî ji biryara Tirkiye, Îran û Iraqê li ser Kerkûkê nedihate girtin

Berdevkê YNKê Sedî Ehmed Pîre ragihand, ku tenê çekdarekî Heşda Şeibî jî li nava Kerkûkê nema ye û rewşa Kerkûkê pir aram e. Pîr got: “Briyara Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ya derbarê girtina Kosret Resûl de bê qîmet e.”

19.10.2017, Per - 13:26

Berdevkê YNKê: Pêşî ji biryara Tirkiye, Îran û Iraqê li ser Kerkûkê nedihate girtin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku encamên referandûma serxwebûnê nayê hilweşandin.

Derbarê bûyera Kerkûkê de Pîre agahî dan û diyar kir, ku hikûmeta Iraqê û dewletên herêmî daxwaza radestkirina Kerkûk, navçeyên nakok û bîrên petrolê kirine û got: “Hikûmeta Iraqê 48 demjimêr dem da û daxwaza vekişandina pêşmerge kir. Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm hat û di civîna Dokanê de ev yek hate gotûbêjkirin. Paşî bi hêzeke mezin ve hatine ser Kerkûkê. Diyare hinek biraderên nav YNKê nexwestin Kekrûk jî mîna Mûsilê, Reqa û Helebê wêran bibe. Ji bo mirovên mezlûm nemrin rêkeftineke meydanî kirine.”

Sedî Ehmed Pîre got, ku paşde vekişandina Kerkûkê û ya Şingal û Mexmûrê weke hev e û îdîa kir, ku hinek alî ji bo reşkirina navê YNKê dibêjin “Li Kerkûkê îxanet hatiye kirin.”

Berdevkê YNKê derbarê rola Qasim Silêmanî ya di operasyona Kerkûkê de wiha axivî: “Ma peywendiyên kîjan partiyê Kurdistanê li gel Serdar Qasim Silêmanî nîne? Kes heye wî nas neke? Îran, Iraq û Tirkiye bi hevre li ser Kerkûkê rêkeftin. Nûnerê Îranê di wê komîsyona sê alî de Qasim Silêmanî ye. Nûnerê Iraqê general Falih Feyaz û nûnerê Tirkiyê jî kesekî din bû, ku dibe ji aliyê Hakan Fîdan ve (Şêwirmendê MÎTê) hatibe destnîşankirin. Eger me li gel wan bişêwiriya û neşêwiriya jî wan biryar dabûn van navçeyan bigrin. Biryar dabûn hemû bîrên petrolê kontrol bikin. Hinek berpirsên meydanî nedikariyan pêşiya hatina vê hêzê bigrin. Lê divêya hinek agahdariyên zêdetir bidana hemû aliyan.”

Bi gotina Sedî Pîre ji duh ve çekdarên Heşda Şeibî ji Kerkûkê derketine û rêveberiya bajêr jî ji aliyê komîteyeke hevbeş ê kurd, tirkmen û ereb ve tê birêxistinkirin.

Pîre got: “Tenê çekdarekî wan jî di nava Kerkûkê de nemaye. Niha rewşa Kerkûk, Şingal, Mexmûr û Xaneqînê aram e. Ti pirsgirêk nîne. Artêşa Iraqê hate wan deran, artêşa Iraqê jî ne hêzekî biyanî ye. Artêşa wî welatî ye, ku em jî beşekê wê ne.”

Berdevkê YNKê ev yek jî eşkere kir, ku derbarê rewşa Kerkûkê de agahî nedane Mesûd Barzanî û Kosret Resûl lewma giliyê wan rast in divêya derbare rêkeftina Kerkûkê de ew bihatana agahdarkirin.

Derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de Pîre got: “Ti guhertinek di rêveberiya Herêma Kurdistanê de nabe. Metirsiya du îdarebûnê nîne. Ti pirsgirêkek di navbera PDK û YNKê de nîne û peywendiyên me baş in. Di postên navçeyên nakok de jî guhertin nayê kirin. Tenê ji aliyê YNKê ve ji bo parêzgariya YNKê kesek hatiye destnîşankirin.”

Derbarê biryara Encûmena Bilind a Dadwerî Iraqê ya li dijî Kosret Resûl de Pîre wiha axivî:

“Kak Kosret tekoşerekî dêrîn e. Gelek caran hikûmeta Iraqê derbarê wî de biryara girtinê û heta îdamê hatiye danîn. Fermana destgîrkirina Kak Kosret bê nirx e û nake filisek jî.”

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1189 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:47:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x