Gazindên Mela Bextiyar ji YNK'ê!

Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar ragihand: “Ez YNKê terk dikim bo kesên herz û pûçên di nava YNKê de û beşdariya ti civînek nakim heta ku rewatî nevegere bo YNKê.”

18.10.2017, Çar - 14:10

Gazindên Mela Bextiyar ji YNK'ê!
Nuçe Belav bike

Mela Bextiyar îro derbarê rewşa niha ya Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Mela Bextiyar di daxuyaniya xwe de dibêje: “Rewşa Kurdistanê gihîştiye qonaxeke hestiyar û metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê heye.”

Herwiha Mela Bextiyar tekez dike: “Du îdareyî û cudabûna nava YNKê, yan cudabûna nava YNKê û du îdareyî di wê rewşa niha ya piştî karesata Kerkûkê, pêwendiyeke tund bi hev re hene.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Mela Bextiyar ragihandiye: “Nabe ti kesek û ti malbatek bikar eli cihê organ û rêkxistinên YNKê biryarê bide.”

Wî berpirsê YNKê daye zanîn: “Ez li dijî cudabûna nava YNKê û herwiha li dijî du îdareyiyê li Herêma Kurdistanê me.”

Daxuyaniya Mela Bextiyar bi temamî bi vî awayî ye: “Rewşa Kurdistanê gihîştiye qonaxeke metirsîdar, ez dixwazim bi vê peyamê, gelê me yê dildoj û pêşmergeyên qehreman û kesûkarên şehîdan û tevahiya aliyên siyasî agahdar bikim ku;

Ez weke xwe, li bendê me ku parlamentoya Kurdistanê yan her komîteyeke dpispor a bê alî, nirxandineke kûr a hemû alî, bi belge ve, li ser gitş bûyeran bike, tevî bûyera karesatbar a Kerkûkê jî, li ser her kes û grûp û aliyekê, her tawanek eger hat selimandin, wê demê divê dadgeh tundtirîn cezayê bide wan. Di nava YNKê de jî bi heman awayî, nirxandin li ser sedemên rasteqîn ên kêşe û bûyerên nava YNKê were kirin. Heta ku encamên nirxandinê bi belgeyên temam ve bûyerên karesatbar zelal neke, tohmet dabeşkirina pêşwext di ragihandin û çavpêlevtinan de ne hêja ye, ku bê guman ew bûyer bê sedem çê nebûne. Her aliyek li gorî giraniya xwe û hemû rayedar jî li gorî pêgeha xwe, pişka wan karesat û bûyeran ber dikeve.

Ez weke xwe, ne di van du heftiyan de, belku piştî nexweşketina cenabê Mam Celal, min renceke weke Ferhad kişandiye, hem di nava YNKê de û hem jî di navbera YNKê û PDKê û aliyên din de jî, hevdem di navbera Herêmê û Bexdayê û dewletên herêmê de, daku siyaseteke aqilane û hevseng (bi balans) were bikaranîn. Lê belê mixabin di beşeke berçav a wê siyasetê de, ji ber hin kêmfam û kesên pûç me şikest xwar.

Derbarê referandumê de jî min hincet bo rexnefiroşan nehîştiye ku giliyan li helwestên min bikin. Bo cara yekem dibêji: Ez, berdewam di civînên du alî ya YNKê û PDKê û sê alî yên li gel PDKê û Yekgirtû de jî, herwiha di civîna Komîteya Bilinda Referandumê de jî, rijd bûm li ser wê ku em alternatîva referandumê qebûl bikin û li gel Amerîka, Brîtanya, dewletên herêmî û Encumena Asayişa Navdewletî û hikûmeta Iraqê, gotûbêjeke berpirsane bikin, lê belê di nava raya giştî ya gelê me de jî, dilê yek hevwelatiyên Kurdistanê jî ji tekeziya bo mafên demokratîk sar nekiriye. Em heta çend di vê siyasetê de şaş û heta çend jî rast bûbin, weke YNKê bila ez wê jî bi cih bihêlim bo nirxandin û lêkolînê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1155 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:57:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x