Heşda Şeibî: Qasim Sulêymanî li dijî refernaduma Kurdistan dixebitî!

Di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Kerbelayê, Berdevkê Heşda Şeibî, Ehmed Esedî da xuyakirin, ku Qasim Sulêymanî, Fermandarê Hêza Quds a Supaya Pasdarên Îranê, şêwirmendê hikûmeta Iraqê ye û li dijî referanduma Herêma Kurdistanê kar û xebateke berçav kiriye.

11.11.2017, Cts - 07:19

Heşda Şeibî: Qasim Sulêymanî li dijî refernaduma Kurdistan dixebitî!
Nuçe Belav bike

Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî got: “Hacî Qasim Sulêymanî ne li Kerkûkê bû, û ji xwe ne mafê ti kesî ye, ku vê pirsyarê bike, û bêje çima ew li vir e, ev kesayetiyeke wisa mezin ji nav rêveberên Komara Îslamî ye ku li ser asta dunayayê naskirî ye. Ew li nav Iraqê ye bi razîbûna hikûmeta Iraqê, û bi awayekî eşkere ew şêwirmendê hikûmeta Iraqê ye, û têkiliyên Komara Isalamî bi hikûmeta fedralî li Bexdayê û bi hikûmeta Kurdistanê re ne tiştekî nû ye. Di dema derketina kirîza cudabûnê de, welatên derdorê û civaka navdewletî destêwerdan kirin, ji ber ku ew ne bi tenê gef bû li ser ewlehiya neteweyî ya Iraqê, lê ew gef bû li ser ewlehiya neteweyî ya welatên derdorê û ya cîhanê jî, lewra tevaliya aliyan bi awayekî erênî destêwerdan kirin, lê destêwerdana Hacî Qasim Sulêymanî balkêş bû, ku nehişt finte derkeve û xwîna Iraqiyan bê rijandin.”

Berdevkê Heşda Şeibî li ser nûçeyên ku behsa wê yekê dikin ku hêzên Heşda Şeibî li Sûriyê ne, axivî û ragihand, bi tenê çekdarekî Heşda Şeibî jî li derveyî sînorê Iraqê tine ye û got, ku hêzên wan beşdarî di şerê kontrolkirina bajarê Bokemal yê Sûriyê de nekirine.

Di berdevamiya axaftina xwe de Ehmed Esedî da xuyakirin, ku bajarê Bokemal ê girêdayî parêzgeha Dêrazor a Sûriyê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê ve hatiye kontrolkirin û tekez kir, ku li gora yasayên Iraqê nabe hêzên wan li derveyî Iraqê şer bikin.

Esedî wiha axivî: “Bi tenê çakdarekî me jî li derveya sînirê Iraqê tine ye, ji ber ku destûra Iraqê rê nade vê yekê, lê bi tenê heger rewşeke taybet hebe û Parlamento razî bibe, dibe ku çê bibe.

Bajarê Bokemal ji aliyê Artêşa Erebiya Sûriyê û hevpeymanên wê ve hat rizgarkirin, ti têkiliya Heşda Şeibî bi vê rizgarkirinê re tune bû, raste me pîrozbahî li Komara Erebiya Sûriy, Artêşa Erebiya Sûriyê, û tevahiya hevpeymanên wan kir, bê guman ev serkeftin jî beşek e ji nehiştina DAIŞê, lê ti çekdarekî Heşd li derveyî Iraqê tune ye.”

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1480 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:07:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x