Hêzên xwebexş dîsa êrişî milîsên Heşda Şeibî kirin: Gelek kuştî hene

Hat ragihandin ku hêzên xwebexş li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê êrişî milîsên Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wan dike kirin. Di êrişê de 6 milîs hatin kuştin.

25.12.2017, Pts - 06:11

Hêzên xwebexş dîsa êrişî milîsên Heşda Şeibî kirin: Gelek kuştî hene
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên berdest, grûbên xwebexş ên çekdar li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê êrişî milîsên Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wan dike kirin. Li gorî agahiyan di êrişa çekdarî de herî kêm milîsên Heşda Şeibî hatin kuştin û çend milîs jî birîndar bûne, lê hejmara birîndaran nehat zanîn.

16ê Cotmehê Kerkûk û herêmên derveyê îdareya Kurdistanê rastî êrişa milîsên Heşda Şeibî û hêzên iraqî hatibû. Piştî êrişa Heşda Şeibî bi 10 hezaran kurd neçar man ku cih û warê xwe biterikînin. Piştî bidestxistina Kerkûk û çend navçeyên wekî Xurmatûyê ji aliyê Heşda Şeibî ve, ciwanên herêmê hêzêke xwebexş avakirin û car caran êrişan dibin ser noqteyên milîsên Heşda Şeibî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1764 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:48:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x