Partiyên kurdî yên li Kerkûkê hewla yekîtiyê dikin

Partiyên kurdistanî li bajarê Kerkûkê lê dixebitin ku hevpeymanekê li bajarê Kerkûkê ava bikin û bikarin bi lîsteyeke hevbeş têkevin hilbijartinên Parlamentoya Iraqê.

10.01.2018, Çar - 16:14

Partiyên kurdî yên li Kerkûkê hewla yekîtiyê dikin
Nuçe Belav bike

Partiyên kurdistanî li bajarê Kerkûkê lê dixebitin ku hevpeymanekê li bajarê Kerkûkê ava bikin û bikarin bi lîsteyeke hevbeş têkevin hilbijartinên Parlamentoya Iraqê.

Berpirsê beşê sêyem ê PDKê Mihemed Xorşîd wiha gotiye: "Em ji her kesî zêdetir giringiyê didin yekrêziya kurdan. Me ji aliyê xwe ve ragihandiye ku em amade ne, beşdarî damezirandina hevpeymanekê dameizrînin ku hemû partiyên kurdistanî tê de bin ji bo bi yek lîsteyê têkevin hilbijartinan."

Xorşîdî teqez kiriye ku divê li Kerkûkê, berjewendiya neteweyî di ser ya partîtiyê re were girtin.

Ji aliyê din ve, Berpirsê Tevgera Goranê li Kerkûkê Mihemed Gulderiyî gotiye: "Di tevgera Goranê de, em ji serî de li gel wê yekê ne ku kurd bi lîsteyeke yekgirtî beşdarî hilbijartinên Iraqê, ji ber eger em bibin yek, em bi ser dikevin. Eger partiyên kurdan bi lîsteyên cuda beşdar bibin, ew ê ne di berjewendiya welatiyên parêzgehê de be."

Berpirsê têkilî û hilbijartinan a Komeleya Îslamî Mihemed Xelîl jî wiha axiviye: "Divê em Kerkûkê nekin qurbana Hewlêr û Silêmaniyê. Me berê sala 2010an ji hemû partiyên kurdî xwestibû ku bi yek lîsteyê têkevin hilbijartinan lê ew hewl hemû têk çûn û her parityek bi lîsteyeke cuda tev li hilbijartinan bû".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:35:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x