Pêşmergeyan gelek çekdarên Heşda Şeibî kuştin

Li gor haydariyan, Hêza Pêşmerge di navbera Kerkûk û Hewlêrê de 4 otomobîlên hummer ên çekdarên Heşda Şeibî ji navbirin û 10 çekdar jî kuştin.

19.10.2017, Per - 11:21

Pêşmergeyan gelek çekdarên Heşda Şeibî kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandina nûçegihanê Rûdawê Hêvîdar Ehmed : “Çekdarên Heşda Şebî îro hewl da ber bi navçeya Pirdê ve pêşve biçe, lê pêşmergeyan bersiv da û 4 hummerên wan têkşikandin û 10 çekdar jî kuştin. Paşî hêzeke taybetî ya Artêşa Iraqê hat û termên çekdaran birin.”

Her wiha tê gotin ku hejmarek ji ciwanên xwebexş êrîş kirine ser Derbenda Çîmen û ala Iraqê li wê xala kontrolê anîne xwarê.

Eva di demkê de ye, ku Heşda Şebî ji çend navçeyên Kurdistanê paşde vekişyaye.

Ji şeva derbasbûy ve raperîna welatiyan li Xanqîn, Kerkûk û çend navçeyên din destpê kiriye, welatî ji Xaneqînê û heya Zaxo daketin cadeyan û heya serê vê sibehê aheng gêran.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1128 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x