Wezareta Pêşmerge: Wê gelê Kurdistan nûçeyên baş bibihîzin

Cîgirê sererkanê Wezareta Pêşmerge ragihand, fermandeyên Pêşmerge mijûlî dubare rêxistina pêşmerge û çeperan in û got, gelê Kurdistanê dê di demek nêzîk de tiştên xweş bibihîsin.

18.10.2017, Çar - 09:23

Wezareta Pêşmerge: Wê gelê Kurdistan nûçeyên baş bibihîzin
Nuçe Belav bike

Cîgirê sererkanê Pêşmerge Salar Mihemed Cebarî ji BasNewsê re got, niha fermandeyên Pêşmerge mijûlî wê ne hêzên Pêşmerge û çeperan dubare rêxistin bikin ji ber ku piştî meseleya Kerkûkê, rewşek nû derketiye holê.

Salar Mihemed Cebarî di berdevamiya axaftina xwe de da zanîn ku ew xeta nû ya ku dê di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de bimîne bi çavdêriya Amerîka be û got, navê wê dê “xeta hemahengiyê ligel Amerîka” be.

Wî rayedarê Pêşmerge da zanîn ku dê di demek nêzîk de xeberên xweş bibihîsin û got, li gorî rewşa nû Pêşmerge dê vegere wan deverên ku beriya roja 10 Cotmeha par (roja destpêkirina şerê Mûsilê) lê bicîh bibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x