Tirkiyeyê çend cihên xizmetguzariyê kirin armanc

Balafirên Tirkiyeyê li gundê Siwêdiyê yê Rojavayê Kurdistanê yê nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê yek ji depoyên herî mezin ên petrol û gazê bombebaran kir.

15.01.2024, Pts - 06:07

Tirkiyeyê çend cihên xizmetguzariyê kirin armanc
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyeyê dîsa êrişî jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê dike û santralên av û elektrîkê, bîrên pertolê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.

Artêşa Tirkiyeyê, piştî şer û pevçûnên bi PKKyê yên li Zapê, li Rojava Kurdistanê gelek cihan bombebaran dike.

Stasyona Siwêdiyê hat bombebarankirin

Li gorî zanyariyên xwecihî ku gihiştin Rûdawê, dronên Tirkiyeyê îşev westgeha stratejîk a Siwêdiyê ya li navçeya bajarokê Rimêlanê bombebaran kir.

Stasyona Siwêdiyê, çavkaniya sereke ya elektirîkê Cizîrê Rojavayê Kurdistanê ye û ev çend car in dronên Tirkiyeyê wê derê bombebar dikin.

Stasyona Siwêdiyê ku dikeve nêzîkî bîrên petrolê yên Rimêlanê, kargeha gazê lê heye.

Êrişî santralên elektrîkê hat kirin

Li bajarokê Eyn Îsa yê bakurê Reqayê dronên Tirkiyeyê stasyona elektrîkê û xaleke pişkinînê ya asayîşê kirin armanc.

Di encamê de stasyona elektrîkê ji kar ket.

Herwiha stasyona elektirîkê ya li bakurê bajarê Qamişloyê jî hat bombebarankirin

Ji ber bombebaranê ziyan li stasyonê bûn.

Di heman demê de stasyona elektrîkê ya bajarê Kobaniyê jî ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Jinek û du zarok birîndar bûn

Hevdem droneke Tirkiyeyê navenda êm a li bajarê Dirbêsiyê û her du gundên Qeynter û Kerbettilî li başûrê Dirbêsiyê kirin armanc.

Di encamê de jinek û du zarokên wî birîndar bûn.

Herwiha dronên Tirkiye 3ê cih li navçeya Kobaniyê jî kirin armanc.

Santrala ceyranê ya bajarê Qamişloyê hat bombebarankirin

Tirkiyeyê dîsa stasyona ceyranê ya bajarê Qamişloyê bombebaran kir.

Balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirkiyeyê stasyona ceyranê ya li devera Hîzama Bakur a li bajarê Qamişloyê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê ziyan li stasyonê bûn.

Gundekî Amûdê hat bombebarankirin

Li gorî medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, artêşa Tirkiyeyê gundê Merkeba yê navçeya Amûdê bombebaran kir.

Herwiha artêşa Tirkiyeyê li ser rêya Amûdê- Hesekê aşê Dirbasê bombebaran kir.

Li gorî agahiyan 2 karker birîndar bûne.

Tirkiye ev zêdeyî du mehan e bi rêya dronan bi dehan cihên xizmetguziyê li Rojavayê Kirdistanê dike armanc.

Li gorî rapora Humane Rights Wattchê, bi sed hezaran kes bê av û elektrîk mane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:10:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x