Dijî Malikî doza gendeliyê tê vekirin!

Dezgeha Destpakiyê li lraqê lîsteyeke bi navê bertîl xwar amade kiriye daku bi tawana gendeliyê bên darizandin.

04.12.2017, Pts - 10:33

Dijî Malikî doza gendeliyê tê vekirin!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku ajansa Spûtnîk Kurdistanê de cih digire hatiye destnîşankirin ku Endamê dezgeha destpakiyê û Parlementerê kurd ji Koma PDK\'ê li Bexdayê Dr.Erdelan Mehmûd ragihandiye û dibêje, ew lîsteya hatiye amadekirin ji navên çend rayedarên herî bilind pêk tê ku wek mînakî Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî û hejmarek ji wezîr û û berpirsên din bi taybetî di wezaretên parastinê de jî di wê lîsteyê de cih digirin.

Mehmûdî li ser dosyaya Malikî de dibêje; \"Malikî bi ketina Musilê û diziya pere û çendîn tawanên din ji gendeliyê tawanbar e. Herwiha hin wezîr û berpirsên din di kirîna çekan de gendelî kiriye û tawanbar in û belge li ser hatine komkirin.\"

Derbarê berpisên Kurd jî Dr.Erdelan Mehmûdî gotiye, \"Belê hejmarek ji berpirsên Kurd ku li Bexdayê post wergirtine jî gendelî kiriye û navê çend ji wan tê de ye.\"

Endamê Dezgeha Destpakiyê daye zanîn, pirsyar ew e gelo hikûmeta Heyder Ebadî dê bikare di demeke nêz de wan tawanbaran bide dadgehê û bên sizadan, ji ber heta niha hin aliyên şîî, Kurd û sunî hew didin rê ji hember van dosyayan bigirin.\"

Li gor zanyariyan tê gotin ku, di dema du hefteyên borî de du şandeyên Amerîkayê serdana Ebadî kiriye û jê xwestiye ku pêwîst e dosyên gendeliyê li ser berpirsên herî bilind ê Iraqê veke û bide dadgehê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1534 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:35:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x