Fermandeyekî Pêşmerge: Sînorê Kurdistanê heta ser çemê Mûsilê ye

Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, ew deverên ku niha Pêşmerge lê bicîh bûne ne sînorê dawî yê Kurdistanê ye çimkî sînorê Kurdistana heta ser çemê Mûsilê (Dîcle) diçe.

04.01.2017, Çar - 09:19

Fermandeyekî Pêşmerge: Sînorê Kurdistanê heta ser çemê Mûsilê ye
Nuçe Belav bike

Fermandeyê Pêşmerge û berpirsê eniya Başîkê, Hemîd Efendî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, em hinek caran dibihîsin ku ew deverên ku niha Pêşmerge lê bicîh bûne, sînorê dawî yê Kurdistanê ye. Ewên ku wisa dibêjin rast nabêjin çimkî sînorê Kurdistanê heta ser çemê Mûsilê diçe.

Hemîd Efendî her wiha gotiye, rast e niha Pêşmerge li wan cihên ku rizgar kiriye, çeper lê daye û lê bicîh bûye lê hîn sînorê Kurdistanê maye, ji ber wê jî Pêşmerge ji wan deveran venakişe.

Wî fermandeyê Pêşmerge aniye ziman ku kifşkirina sînorê Kurdistanê pêwîstî bi rêkeftina siyasî heye.

Derheqê gîrobûna azadkirina Mûsilê de jî wî fermandeyê Pêşmerge gotiye, azadkirina Mûsilê ji ber şerê tax bi tax ê di nav bajêr de gîro bûye lê herî zêde dê 3 mehên xilas bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:21:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x