Tillerson fedekarîya Pêşmerge û artêşa Iraqê pîroz kir

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi minasebeta rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê peyameke pîrozbahîyê weşand.

11.07.2017, Sal - 06:24

Tillerson fedekarîya Pêşmerge û artêşa Iraqê pîroz kir
Nuçe Belav bike

Tillerson di peyama xwe ya nivîskî de Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî ji ber serkeftina Mûsilê pîroz kir û ragihand ku rizgarkirina Mûsilê pengaveke girîng e di têkoşîna dijî terorê ya gerdunî de.

Tillerson bi taybet hevkarîya Pêşmergeyên Kurd di serkeftina Mûsilê de anî ziman û wiha got: "Em fedekarîya artêşa Iraqê û gelê wê û Pêşmergeyên Kurd ya di vê serkeftinê de pîroz dikin û ji malbatên kesên di vê operasyonê de jiyana xwe ji dest dane re, sersaxiyê dixwazin."

Tillerson diyar kir, di serî de Mizgefta Atabey Nureddîn Zengî ya Mûsilê, zirar gihîştiye gelek berhemên dîrokî û dê wekî hevpeymanî û Amerîka ji bo seqamgerîya deverên ji DAIŞê hatine rizgarkirin û vegera malên xwe ya xelkê, alîkarîyê bidin Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Iraqê.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku di Hezîrana 2014an de ketibû destê DAIŞê, li 17ê Cotmeha 2016an bi hevkarîya Artêşa Iraqê û Pêşmergeyên Kurdistanê digel piştgirîya Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengîya wê dike, hatibû destpêkirin.

Rojhilatê Mûsilê piştî şerê 100 rojan ê nav bajêr di dawiya meha Rêbendana 2016an de hatibû paqijkirin. Rojavayê Mûsilê jî bi operasyona 19ê Sibata 2016an ku 141 rojan dom kir hat encamdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1796 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x