4 pêşmerge hat azad kirin

Berpirsek PDKê azadbûna çar Pêşmergeyên dîl li zîndaneke rêxistina terorîst a DAIŞê ragehand û ligor agahiyan, dinav lîsteya dilgirtiyên ku destê DAÎŞ'ê da hêj navê 4 pêşmergeyan xuya dike.

20.07.2017, Per - 09:03

4 pêşmerge hat azad kirin
Nuçe Belav bike

Berpirsê leqa 14ê yê PDKê Îsmet Receb ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, duh 19.07.2017ê hêzên Iraqê li rojavayê Mûsilê zîndaneke DAIŞê dîtin, ku hejmarek kes di wê zîndanê de bûn.

Îsmet Receb amaje bi vê yekê jî kir, ku pêdaçûna li ser wan zanyariyan kirine, ku tê behs kirin çar Pêşmergeyên ku dîl ketibûn dest DAIŞê di wê zîndanê bûn, lê ew nûçe hatiye piştrast kirin bes heta naha nasnameya wan Pêşmergeyan ne diyar e.

Li gor wî berpirsê PDKê, naha ew çar Pêşmerge li gel hêzên Iraqê ne û hîn negeheştine Kurdistanê.

Li gor amarên wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistane di destpêka şerê dijî DAIŞê heta naha 69 Pêşmerge bê serûşûmin û dîl ketine dest DAIŞê.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1605 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:29:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x