ENKS: Peşmergeyên Roj bi merc bibin şirîkê PYDê

Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê dibêje, ewê bi merc Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bikin şirîkê PYDê, ew merc jî ew e, ku Pêşmerge tevlî hêzên PYDê nebin.

12.02.2017, Paz - 20:55

ENKS: Peşmergeyên Roj bi merc bibin şirîkê PYDê
Nuçe Belav bike

Nûrî Birîmo ku endamê serkirdatiya PDK-Sê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşmergeyên Roj dê vegerin Rojavayê Kurdistanê û dê li wir navçeyên xwe biparêzin. Lê Pêşmerge dê tenê bi riya rêkeftineke navdewletî vegerin.”

Birîmo wiha got: “Pêşmerge li wir têkel bi ti hêzeke leşkerî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nabin û fermana xwe jî ji kesî ji wan wernagrin.”

Derbarê gotinên PYDê ku dibêje, bila Pêşmerge tevlî hêzên me bibe, Nûrî Birîmo wiha domand: “Emê bi mercekê bibin şirîkê PYDê, ku Pêşmerge nebin beşek ji hêzên wan, ji ber ku em û Pêşmerge ne endamên PYDê ne, ku rojekê navekî erebî jî li hêzên me bike. Pêşmerge xwedî navê xwe ye û ti navekî din qebûl nake.”

Birîmo ragihand: “Leşkerên Roj hatin biçekirin û bi awayekî baş perwerdeya leşkerî dîtine, lewma jî niha amade ne bo parastina axa Kurdistanê. Ew Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûne û heta niha 45 şehîd dane bo parastina axa Kurdistanê ya pîroz.”

Kdp.info
Vî nûçeyê tevayî: 1814 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:47:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x