Sîrwan Barzanî: Amerîkî ji operasyonên hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê dilxweş in

Berpirsê Mihwerê Mexmûr – Giwêr ê Pêşmerge Sîrwan Barzanî radigihîne, Amerîkiyan kêfxweşiya xwe ji ber operasiyonên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li dijî DAIŞê nîşan dan.

10.02.2022, Per - 09:03

Sîrwan Barzanî: Amerîkî ji operasyonên hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê dilxweş in
Nuçe Belav bike

Berpirsê Mihwerê Mexmûr – Giwêr ê Pêşmerge Sîrwan Barzanî li Tiwttera ragihand, “Li baregeha eniyê, me pêşwazî li Berpirsê Fermangeha Hemahengîya Asayişa Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Col. Patrick Douglas û Col. Sun W. Kim li Nivîsgeha Pêveka Leşkerî li Herêma Kurdistanê kir.”

Diyar kir jî, “Di hevdîtina me de behsa rewşa ewlekarî û tevgera terorîstên DAIŞ'ê hate kirin û herwiha bal li ser girîngiya prosesa reforma Pêşmerge hate kişandin.”

Berpirsê Mihwerê Mexmûr – Giwêr ê Pêşmerge got: “Wan fermandaran kêfxweşiya xwe ya ji ber operasiyonên vê dawiyê yên bi hevbeşiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê li dijî terorîstên DAIŞ'ê diyar kir û daxwaz kirin ku ev hemahengî û hevkariya girîng berdewam be.”

Sîrwan Barzanî roja 7ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihandibû, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê li navçeya Sergeranê operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê pêk anî.

Artêşa Îraqî û Pêşmerge ji meha Mijdara borî ve hevkariyên xwe li dijî grûpên terorist zêde kirin, piştî ku zincîreyek ji êrîşan pêk anîbû û bû sedema qurbaniyên sivîl û leşkerî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 595 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:17:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x