Wezareta Pêşmerge: Em rêkxistina hêzên Pêşmerge didomînin

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge serperiştiya civîneke li ser pêkanîna firqeyên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kir

24.10.2022, Pts - 05:54

Wezareta Pêşmerge: Em rêkxistina hêzên Pêşmerge didomînin
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand: “ Îro yekşemê 23ê Cotmeha 2022yan, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr, bi amadebûna nûnerên hêzên 70, 80 û nûnerên Hevpeymanan ên li Iraq û Herêma Kurdistanê, serperiştiya civîneke li ser pêkanîna du firqeyên serbazî kir, ku beriya niha bi mebesta komkirina hêzên Pêşmerge biryar li ser pêkanîna wan hatibû dayîn.”

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge ronahî xiste ser girîngiya pêkanîna wan firqeyan û hevahengiya navbera mîhweran û yekeyên din ên serbazî.

Herwiha tekez kir ku Wezareta Pêşmerge çavdêrîkirina wan ferman û biryarên ku ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge hatine derxistin, didomîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:10:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x