Wezareta Pêşmerge îddîayên beşdarbûna operasyona Tirkiyê red kir

Piştî destpêkirina operasyona Pence-Kilîl a Tirkiyê li Herêma Kurdistanê li ser torên civakî gotegotên beşdariya Pêşmergeyan di operasyonê de hatin belavkirin, derbarê vî mijarê de Wezareta Pêşmerge daxûyanî da û got; "Em van hemû tawanan red dikin."

21.04.2022, Per - 05:35

Wezareta Pêşmerge îddîayên beşdarbûna operasyona Tirkiyê red kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmergeyan derbarê tevlîbûn û tevgera hêzên wan a piştî destpêkirina operasyona Tirkiyê li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û got, "Hêzên Pêşmergeyan bi ti awayî tevlî operasyonan nebûne û nehatine veguhestin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke her car, Pêşmerge li çeperên parastinê, çavvekirî ne û nahêlin ti devereke din a niştecihbûyî bikeve bin bandora pirsgirêkên navbera aliyên nakok, ji ber ku ev çend sal in gelê Kurdistanê ji ber nakokiyên herêmî bacê dide û zerareke mezin dîtiye."

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyê de teqez kir ku divê rêz li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge:

"Derbarê beşdarbûn û liv û tevgera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de piştî destpêkirina operasyonên Artêşa Tirkiyê li deverên sînorî, grûbeke çapemeniyê ya neberpirs wan tawanbar dikin ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi hevkarî û beşdariya operasyonê kirine.

Em li Wezareta Pêşmerge hemû tometan red dikin û radigîhînin ku Hêzên Pêşmergeyan bi ti awayî tevlî operasyonan nebûne û nehatine veguhestin.

Weke her car Pêşmerge li çeperên berevaniyê çavvekirî ne û rê nade ti deverên din yên nîştecêbûyî bikeve bin bandora pirsgirêkên navbera aliyên nakok, ji ber ku ev çend sal in gelê Kurdistanê ji ber nakokiyên herêmî bacê dide û zerareke mezin dîtiye.

Em teqez dikin ku divê rêz li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 623 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:16:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x