Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozatê diyar kir ku eger peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ne bi deng û dîmen be dê cidî wernegirin û jê jî bawer nekin.
Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê ji Medya Haberê re axivî.
Besê Hozatê amaje bi gotinên Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç kir û diyar kir ku ew mewzûatê dike hincet e û divê peyama Abdullah Ocalan bi deng û dîmenên wî be.
Beriya bi çend rojan Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê gotibû, "Di qanûnên me de nabe ku girtiyên cezakirî bi vîdeoyê peyamekê bidin raya giştî.
Divê em şaşiyên têgihiştinê ji holê rakin. Armanca me ew e ku em welatê xwe ji terorê pak bikin."
“Li hemberî pêvajoyê ne cidî ne”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê dijî daxuyaniya Yilmaz Tunç derket û got:
“Wezîrê Dadê du sê rojan beriya niha daxuyaniyek da û got, ‘Daxuyaniya bi dîmen ne li gorî qanûnê ye.’
Bi rastî jî ev daxuyaniyeke ne cidî ye. Em vê nêzîkatiyê bi tundî red dikin, rexne dikin û bi tı awayî qebûl nakin.
Ji meha Çileya Pêşîn ve ye tim ji aliyê desthilatê ve ku Devlet Bahçelî serkêşiya wê dike, bangan li Rêber Apo (Ocalan) dikin.
Ji Rêber Apo dixwazin ku bang li tevgerê û raya giştî bike.
Her wiha Devlet Bahçelî di 22yê Çiriya Pêşîn de di axaftina xwe de xwest ku Rêber Apo were meclisê, di civîna koma DEM Partiyê de biaxive û bangê bike.
Bi mehan e bangên wiha eşkere tên kirin û Wezîrê Dadê aniha derketiye û dibêje, ‘Em ne li gorî qanûnan e, nabe ku daxuyaniyeke bi dîmen were dayîn.’
Ev yek nîşan dide ku ne cidî ne. Nîşan dide ku çi qasî bi awayekî ne cidî nêzîki pêvajoyê, Rêber Apo, gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û gelên cîhanê dibin.
Wê demê em bipirsin, gelo hûn dek û dolaban digerînin, hûn hewl didin çi bikin?
Hûn dê çi bi van daxuyaniyên xwe yên ji meha Çiriya Pêşîn heya niha bikin, hûn dê wan çawa bi nav bikin?
Dibêjin, ‘Daxuyaniya bi dîmen ne li gorî qanûnan e.’ Baş e wê daxuyaniya nivîskî li gorî qanûnan be?
Ev çawa dibe? Gelo rast e ku Rêber Apo di bin şert û mercên tecrîdê de daxuyaniyê bide?
Dê bandora daxuyaniya ku di tecrîdê de hatiye dayîn, çawa be? Ez ji Wezîrê Dadê dipirsim.
Gelo daxuyanıya Rêber Apo ya di bin şert û mercên tecrîdê de li gorî qanûnan e? Bila bersiva vê yekê bide.
Madem hûn ji Rêbertiyê (Ocalan) daxuyaniyekê dixwazin, hûn bangî wî dikin, wê demê pergala şkenceya tecrîda Îmraliyê ji holê rakin û vê pergalê betal bikin.
Divê ev pergal ji holê rabe ji ber ku ev pergal sûc e.
Divê şert û mercên Rêber Apo werin başkirin, sererastkirin û guhertin. Divê tecrîd bi temamî ji holê were rakirin. Divê Rêber Apo were berdan û azad be.
Divê şert û mercên karkirina bi awayekî azad werin dabînkirin ku karibe rola xwe bilîze, bixebite, pêvajoya veguherînê zemina demokratîk û bi rê ve bibe. Ger ev nebin, wê çawa bibe?
Niha jî dibêjin, ‘Bila daxuyaniyê bide lê belê bila daxuyanî ne bi dîmen be. Bila bi nîvîskî be, bila bi xwe jî nexwîne, bila yek bistîne û bixwîne.’
“Wekî tevger divê em dengê Ocalan bibihîzîn û wî bibînin”
Em bi tundî vê yekê red dikin. Ti baweriya vê nîne û ti bandorên wê jî çênabin.
Tiştekî bi vî rengî nayê qebûlkirin. Tu dê Rêber Apo di bin şert û mercên tecrîd û şkenceyê de bigirî, dê hin rabin li ser navê Rêber Apo belgeyê bixwînin û li bendê bin ku tevger û gel vê yekê qebûl bikin.
Ev xeyaleke vala ye. Bila ti kes bi xeyalên bi vî rengî xwe nexapîne. Em nêzîkatiyên wiha jî cidî wernagirin.
Divê teqez daxuyanî bi dîmen be.
Em weke kadro, milîtan û şervanên vê tevgerê, gelê me, dostên me, hemû derdorên demokratîk û raya giştî divê em daxuyaniya Rêber Apo ji dengê wî bibihîzin û Rêber Apo bibînin.
Bi vî rengî em dê bawer bikin. Ji pêvajoyeke wiha dîrokî re nêzîkatiyên wiha yên necidî nayên qebûlkirin.
Wiha nebe ti bandora wê nabe. Ma em hîn dê çawa vê yekê bînin ziman?!
Helwesta Wezîrê Dadê eger helwesta dewlet û desthilatê be, wê demê ne cidî ye.
Ev nîşan dide ku dek û dolabekê digerînin. Eger helwesta hemûyan wisa be û hewl didin vê yekê bikin wê demê li holê cidîyetek nîne.’’
“Şam dê wisa nemîne”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê behsa pêşhatên li Sûriyê Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha got:
“Tirkiye ji bo ku li Sûriyeyê çareserî bi pêş nekeve, Sûriye demokratîk nebe û mîna Tirkiyeyê sîstemeke yekparêzî, qirker û faşîst ava bike, her tiştî dike.
Hewl dide rêveberiya Şamê arasteyî vî alî bike û bandorê li rêveberiya Şamê bike.
Dijminatiyeke mezin li gelên Sûriye û Kurdan dike. Ew roleke pir xerab dilîze.
Li aliyê din êriş dewam dikin. Şerê li qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome, bi taybet li Qereqozaqê êrişî gelek herêman dike.
Ma dê bi ser bikeve? Ez bawer nakim. Divê rastiya dîrokî ya Ereban jî bi baldarî bibînin. Neteweperestiya Ereb, hesasiyet û refleksên Ereban heye.
Şam bi vî rengî namîne. Sûriye bi vî awayî naçe. Hesabên gelek hêzên navneteweyî hene. Di rûdanên li herêmê de berjewendiyên Îsraîlê jî hene.
Li aliyê din Kurd, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo demokrasiyê têkoşîneke cidî didin. Modelek derketiye holê.”
Tê payîn ku Heyeta Îmraliyê di nava çend rojan de careke din biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicive.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê ya Parlamentoyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê doh li ser hevdîtinên bi Ocalan re got, "Şandeya me di çend rojên pêş de diçe Îmraliyê."
Gulistanê diyar kir ku Şandeya DEM Partiyê dê li ser hevdîtinên li Herêma Kurdistanê agahiyan bigihîne Abdullah Ocalan û got:
"Piştî vê hevdîtina bi Birêz Ocalan re dê dema banga dîrokî jî bê zelalkirin."