Derketina ji Rojava: Şertê PKKyê çi ye?

Berpirsekî PKKyê ragihand, eger îdareya “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bimîne ew dê şervanên xwe vekişînin

17.01.2025, Cum - 10:17

Derketina ji Rojava: Şertê PKKyê çi ye?
Nuçe Belav bike

Berpirsekî Partiya Karkerêm Kurdistanê (PKK) ji Reutersê re got:

"Înîsiyatîveke ku birêvebirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixe destê HSDyê yan jî eger serokatiya hevbeş hebe, dê ev bibe sedem ku em hêzên xwe ji herêmê vekişînin."

Berpirsê ku li Qendîlê ye, da zanîn eger hêzên wan ji Sûriyeyê vekişin ew dê ji dûr ve çavdêriya rewşê bikin û eger pêwîst bike, ew dê li dijî hêzên Tirkiyeyê helwestê nîşan bidin.

Li gorî wî berpirsî, paşeroja Sûriyeyê dê piştî 20ê vê mehê dê were diyarkirin ku Donald Trump dê dest bi peywira xwe bike.

Tirkiye bi salan e êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û demên dawiyê “hebûna şervanên biyanî” dike hincet.

 

Vî nûçeyê tevayî: 156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:13:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x