Fermandareke PKKê jiyana xwe ji dest da

Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku fermandara wan a bi navê Berîtan Nûrhan Çîyayê li herêma Mavayê ya jiyana xwe ji dest daye.

27.06.2024, Per - 10:04

Fermandareke PKKê jiyana xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

 

HPGyê diyar kir ku endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiyayê di êrişeke esmanî ya balafirên Tirkiyeyê de li herêma Mavayê ya Heskîfa parêzgeha Êlihê jiyana xwe dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê nav û fermandara wan Sultan Dag a bi nasnavê Bêrîtan Nûrhak Çiya ji herêma Omeriyan a Mêrdînê ye.

Ji 18ê vê mehê vê artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Mawayê sêgoşeya herêmên Heskîf, Kercos û Torê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.

Herwiha parêzgariya Êlihê jî 19ê mehê heta 3yê Tebaxê li herêmê biryara qedexeya derketina derve dabû.

Hat zanîn ku li herêmê xeta elektrîkê û înternetê jî hatiye birîn./Rudaw

 

Vî nûçeyê tevayî: 130 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:26:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x