‘Mizgîniya Karayilan’ hat eşkerekirin!

Fermandariya Biryargeha NPGyê ‘Mizgîniya Newrozê’ eşkere kir ku Murat Karayilan berê behsa wê kiribû.

20.03.2024, Çar - 11:44

‘Mizgîniya Karayilan’ hat eşkerekirin!
Nuçe Belav bike

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan 15ê vê mehê gotibû, “Wekî rêveberiya tevgera me, vê Newrozê, di nava çend rojên pêş de em dê mizgîniyekê bidin gelê xwe.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ev mizgînî wiha eşkere kir:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûne xwedî wê derfetê ku Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) bê bandor bikin.”

NPGyê herwiha da zanîn ku hêzên wan bi giştî 15 SÎHA anîne xwarê.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel li ser bikaranîna SÎHAyan a ji aliyê Tirkiyeyê ve wiha got:

“Di vî şerê topyekûn ê li dijî tevgera me de, dewleta Tirk herî zêde pişta xwe bi SÎHA (Balafirên Bêmirov ên Biçek) germ kir ku bi piştgiriya hin hêzên navneteweyî karîbû çêbike.

Rejîma AKP-MHPyê bi van amûran êriş bir ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û xelkê me yê welatparêz û jê bawer kir ku bi vê çeka teknîka dawî ya serdemê dikare encamê bi dest bixe.

Bi taybetî bi van makîneyên mirinê di serî de li Başûrê Kurdistanê û Rojava li gelek deverên cuda li hemberî xelkê me yê bêguneh bi dehan êriş kirin, bi sedan mirovên me qetil kirin.”

“Gerîla bûn xwedî wê derfetê ku SÎHAyan bê bandor bikin”

NPGyê li ser “Mizgîniya Newrozê” jî ev agahî dan:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê beriya her tiştî bi pêngavên taktîkî bersiv da van êrişên dewleta Tirk a qirker mêtinger û bi berxwedana xwe ya mezin a li ser bingeha ruhê Newrozê nîşan da, plana dagirkeriyê ya faşîzmê ya li ser Başûrê Kurdistanê têk bir.

Li gel vê yekê, tevî hemû hewldanên dijmin ên ji bo tecrîdkirina gelê me li qada navneteweyî, gelê Kurd sîstema fuzeyan ya ji bo vî şerî pêwîst peyda kir û gihîşt wê astê ku dewleta Tirk bixe nava hevsengiyekê.

Dewlet û artêşa Tirk gelekî baweriya xwe bi SÎHAyan tîne, li her deverê propagandaya wê dike, xwe dispêre wê û hewl dide hevsengiya şer biguherîne û li Kurdistanê her roj bi sûîqestan komkujiyan dike.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn xwedî wê derfetê ku SÎHAyan bê bandor bikin. Ji 13ê Sibata 2023yan û vir ve hêzên me 15 SÎHAyên ji cureyên cuda anîn xwarê.”

Li hêla din, NPGyê lîsteya SÎHAyên ku hatine xistin da û detnîşan kir ku ew dê dîmenan jî belav bikin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:05:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x