Komîteya Birêveber a PKKyê derbarê pêvajoya nû got, “Ji bo pêk anîna banga 27ê Sibatê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan heta niha gavên şênber nehatine avêtin.”Em li bendê ne ku Rêber Apo bibe xwedî derfet ku karibe kongreya partiyê bi rê ve bibe.”
Komîteya Birêveber a PKKyê bi boneya 1ê Gulanê Roja Karkeran daxuyaniyek da û behsa pêvajoya nû û kongreya PKKyê ya çek danînê kir.
Komîteya Birêveber a PKKyê dibêje ji bo pêk anîna banga 27ê Sibatê ya Ocalan, dewletê heta niha gavên şênber neavêtine û li bendê ne ku derfet bê dayîn ku Ocalan karibe kongreya partiyê bi rê ve bibe.
PKKyê di daxuyaniya xwe de gotiye, “Gelê me û raya giştî ya demokratîk baş dizane ku em wekî tevger û gel bi hemû hêza xwe xwedî li banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê ya ji bo aştî û civaka demokratîk derketin.
Em hêvî dikin ku ev rewş biguhere, Rêber Apo karibe bi azad bijî û bixebite û kongreya partiyê ya ku her kes bi kelecanekê li bendê ye bi rê ve bibe.”
“Aştî bêyî azadî û demokrasiyê nabe”
Beşeke daxuyaniya PKKyê wiha ye:
“Tevgera me û gelê me vê 1ê Gulanê li ser bingeha 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Rêber Apo di 27ê Sibatê de daye, dijîn.
Eşkere ye ku aştî bêyî azadî û demokrasiyê nabe. Bêyî aştiya Kurdistanê ne mimkûn e ku li Rojhilata Navîn û cîhanê dawî li pevçûnan bê û aştiyeke rasteqîn pêk were.
Ji ber ku modernîteya kapîtalîst a cîhanî li ser esasê parçekirina Kurdistanê û serdestiya wê ya mêtinger ava bû.
“Aştiya rasteqîn a li cîhanê tenê bi aştiya Kurdistanê re dikare pêk were”
Lewma aştiya rasteqîn a li cîhanê û Rojhilata Navîn tenê bi aştiya Kurdistanê re dikare pêk were.
Civaka demokratîk sekneke cewherî ye ku li gorî xwezaya mirovahiyê ye.
Ev civak civakeke aborî, ekolojîk, azadiya jinê, konfederalîzma demokratîk û sosyalîst a demokratîk e.
Di roja me ya îro de ji her kesî bêhtir pêwîstiya jinê û Kurdan ên bindest bi aştî û bipêşxistina civaka demokratîk heye.
Ji ber vê yekê gelê me û dostên me di serî de jin û ciwan wê wateya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kûrtir fêm bikin û çalakiyên 1ê Gulanê veguherînin geşkirina vê hişmendî û çalakiyê.
Bi belavkirina paradîgmaya modernîteya demokratîk li cîhanê re, dê di her qadê de hişmendiya enternasyonalîst a sosyalîst a demokratîk û hevgirtinê bi pêş bixin.
“Em xwedî li banga Rêber Apo derketin”
Gelê me û raya giştî ya demokratîk baş dizane ku em wekî Tevger û gel bi hemû hêza xwe xwedî li banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê ya ji bo aştî û civaka demokratîk derketin û ev 2 meh in em hewl didin vê bangê rast fêm bikin û bi awayekî serketî pêk bînin.
Me di daxuyaniyên xwe yên 1ê Adarê û Newrozê de ev helwest bi zelalî anî ziman.
Tevî taktîkên taloqkirinê û êrîşên leşkerî yên desthilatdariya AKPê jî em vê helwesta xwe didomînin.
“Em hewl didin nebin aliyê ku pêvajoyê xera dike”
Ji ber em di ferqa zehmetiya çareserkirina pirsgirêkên heyî de ne, lewma em bi bêhneke fireh tevdigerin û hewl didin ku nebin aliyê ku pêvajoyê xera dike.
Heyeta DEM Partiyê daxuyaniyên xweşbînî dide. Em dibihîzin ku Rêber Apo bi hêvî ye û xebatên xwe didomîne.
“Ti gavên şenber nehatine avêtin”
Lê belê ji bo tiştên ku di banga 27ê Sibatê de hat gotin bê pêkanîn, heta niha gavên şênber nehatine avêtin.
Em hêvî dikin ku ev rewş biguhere, Rêber Apo karibe azad bijî û bixebite û kongreya partiyê ya ku her kes bi kelecanekê li bendê ye bi rê ve bibe.
Em careke din gelê xwe û dostên xwe hişyar dikin û bangî wan dikin ku banga 27ê Sibatê rast fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin.
‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27ê Sibatê ne bangek e ku dewlet an jî hikûmet tiştekî bide me.
Berovajî vê ev bang bi hişmendiya azadî û demokrasiyê perwerdekirin, rêxistinkirin û demokratîkkirina civakê ye.
Aştî tenê li ser vê bingehê dikare were bidestxistin û civakeke demokratîk tenê bi vê têgihiştinê were avakirin.
Ji ber vê yekê divê ti kes ne di rewşa bendewariyê de be. Li gorî bingeha yekîtî, hevgirtin û têkoşînê ya 1ê Gulanê divê her kes seferber bibe û ji bo bipêşxistina hişmendiya civakî ya demokratîk, rêxistinbûn û yekîtiya hemû bindestan bixebite.
Divê her tişt li ser vê bingehê bê bidestxistin.”