Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal li ser mijarê ji ajansa Rûdawê re axivî û got ku kongre ji bo demokratîzekirina herêmê bi taybetî jî çareserkirina pirsgirêka Kurdan xaleke werçerxanê ye.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xistiye.
PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hat lidarxistin.
Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hat pêkanîn."
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got ku kongre ji bo demokratîzekirina herêmê bi taybetî jî çareserkirina pirsgirêka Kurdan xaleke werçerxanê ye.
Kartal derbarê kongreya Ocalan bi rêya telekonferansê beşdar bûbû wiha got:
"Niha li gorî banga Serok Ocalan 'Kongreyeke Fesixkirinê' hat lidarxistin.
Ev ne tenê çarenivîsa PKKyê, her wiha dikare çarenivîsa tevahiya herêmê jî biguhere. Rêbaza rêxistinê ya nû û çarçoveya siyasî dê di rojên pêş de bên diyarkirin."
Kartal diyar kir ku biryarên kongreyê hîn negihîştine raya giştî lê piştî bangê agirbesteke yekalî dest pê kiriye û got:
"Kongre, bersivek e ji bo perspektîva siyaseta demokratîk a Serok Ocalan e.
Niha tiştê ku ji bo berdewamiya vê pêvajoyê pêwîst e, ew e ku dewlet jî zemîneke siyasî û hiqûqî ava bike.
Meşandina siyasetê ya ji aliyê Serok Apo ve ya di şert û mercên azad de dê baweriya bi vê pêvajoyê xurt bike" destnîşan kir ku hêviya wan a herî mezin azadiya Abdullah Ocalan e.
Kartal anî zimên ku Tirkiye êdî nikare polîtîkayên înkar û îmhakirinê bidomîne.
Remzî Kartal di bersiva pirsa "Gelo dê siyasetmedarên li Ewropayê vegerin Tirkiyeyê?" de û got:
"Ne ku siyaset li kû derê tê meşandin lê ya girîng ew e ku tu çi qasî bi gel re tev li hev dijî. Bê guman daxwaza me ya bingehîn ew e ku em vegerin welatê xwe, li gel gelê xwe bin."
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal pirsên Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez bersivandin:
Hat ragihandin ku Kongreya 12emîn a PKKyê hatiye lidarxistin. Biryara fesixkirin an encamên biryarên kongreyê tên pêşbînîkirin. Di destpêkê de, hûn wekî Hevserokê Kongra Gel vê pêşveçûnê çawa dinirxînin? Lidarxistina kongreya PKKyê di pêvajoyê de kîjan qonaxê îfade dike?
Remzî Kartal: Ev ne tenê têkildarî PKKyê ye, bi giştî pêvajoyeke nû ye ku pirsgirêka Kurdan û hemû herêmê eleqedar dike û dê bandorê lê bike. PKK, di nav pêvajoya têkoşîna nêzîkî 50 salî de wekEi tevgereke ku bandor li pêvajoyê kiriye û diyarker bûye rol lîstiye.
Niha bi gaziya Rêberê PKKyê Birêz Ocalan bi "Kongreya Fesixkirinê" pêvajoyeke nû dest pê dike. Di dema borî de dihat gotin ku "Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan tune, pirsgirêka terorê heye" û polîtîkayên zext û zordariyê dihatin meşandin lê niha li herêmê rewşeke nû derketiye holê. Dînamîkên navxweyî yên Tirkiyeyê û pêşveçûnên derveyî li Rojhilata Navîn ev pêvajoya nû bi xwe re anî.
Di 10 salên dawî de konsepteke şerê topyekûn a gelekî dijwar hat meşandin. Xwestin encamê wergirin lê ev çênebû. Bi gaziya Serok Apo ya ji bo pêvajoyeke siyasî û demokratîk, qonaxeke nû dest pê kir. PKKyê ji bo bersivê bide vê gaziyê kongreya xwe li dar xist. Ev pêşveçûneke gelekî girîng e.
Piştî gaziyê, biryara agirbesta yekalî ji xwe hatibû wergirtin. Niha bi kongreyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Dema biryarên kongreyê ji çapemeniyê re werin ragihandin, em dê hemû bi hev re bibînin. Piştgiriya ku ji bo gaziyê tê dayîn dê berdewam bike.
Moda xebata siyasî û amûrên pêvajoya nû diyar in. Di vê serdemê de, bi texmînî dê çarçoveyeke ku Serok Apo diyar bike hebe. Modela rêxistinbûnê ya nû dê şekil bistîne. Ev pêvajo ne tenê ji aliyê demokratîkbûna Tirkiyeyê ve, di serî de pirsgirêka Kurdan li hemû welat û herêmên derdorê dê karibe bandorê li ser pêşveçûnên demokratîk bike. Dê hem li ser têkiliyên Kurd-Tirk û hem jî têkiliyên di navbera Kurdan de, di warê demokratîkbûnê de bandoreke erênî çêbike.
Beriya 27ê Sibatê nameyên Ocalan gihiştin Kongra Gel, KCDK-E û KNKyê yên li Ewropayê. Hûn wekî Hevserokê Kongra Gel beşdarî kongreya PKKyê bûn?
Na, ez beşdar nebûm. Derfeteke wiha çênebû. Li gorî agahiyên ku bi çapemeniyê hatine dayîn, hat gotin ku kongre li du cihên cuda bi awayê paralel hatiye lidarxistin.
Piştî pêvajoya kongreyê, wekî gavên destpêkê hêviyên we yên berbiçav ji dewlet û hikûmetê çi ne?
Dema Danezana 27ê Sibatê ji raya giştî re hat ragihandin jî hat diyarkirin. Rehmetî Sirri Sureyya Onder, di civîna çapemeniyê de, nota Ocalan a "Gava ez perspektîvê datînim bê guman di pratîkê de danîna çekan û fesixkirina PKKyê, naskirina siyaseta demokratîk û hiqûqî pêwîst dike" ragihandibû. Yanî hat gotin ku divê aliyê din, şert û mercên siyasî û hiqûqî ava bike.
Hemû ev hevdîtin, şandina peyaman û prosedur, encama pêvajoya muzakereyên bi dewletê re ne. Ji ber vê, ji bo berdewamkirina vê pêvajoyê, divê dewlet ji bo avakirina zemîna siyasî û hiqûqî ya pêvajoyê, mijarê bîne parlamentoyê.
Ji xwe Serok Apo ji hemû serokên partiyên siyasî û Serokê Parlamentoyê re name şandibûn. Armanc, berdewamkirina aliyê hiqûqî yê pêvajoyê di zemîna parlamenterî de bû.
Biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Tevî daxwazên Konseya Ewropayê, Tirkiye 14 sal in "mafê hêviyê" bi cih nayîne. Lê ev dikare bi rêkxistinên hiqûqî yên hêsan çareser bibe. Xebata Serok Apo ya di şert û mercên azad de, ji aliyê bawerîdayîna vê pêvajoyê ve faktoreke gelekî girîng e. Gavên di vî warî de baweriyê didin raya giştî. Wekî tevger, hêviya me ya herî mezin, azadiya Birêz Ocalan e.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk diyar kir ku ev pêvajo "polîtîkaya dewletê" ye. Hûn nêzîkatiya dewletê ya ji bo vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
Bê guman, ji aliyê nêzîkatiya dewletê ve aliyên ku werin rexnekirin hene lê em difikirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê her kes di warê ziman û şêwaz de xwedî berpirsiyarî be. Em dibêjin ku divê şêwaza Sirri Sureyya Onder bingeh be, em vê ji bo xwe jî esas digirin.
Dewlet û hikûmet du hêmanên cuda ne. Di pêvajoyên berê de jî me dît ku carinan dewlet û hikûmet cuda difikirîn û liv û tevgerên wan cuda bûn. Em hêvî dikin ku bi desthilat û mixalefeta xwe bi hev re, ev derfet baş were bikaranîn.
Bi taybetî zimanê medyaya nêzîkî hikûmetê pir xerab e. Medyayek heye ku di çareserkirina pirsgirêka Kurdan de xwe berpirsiyar nabîne û bandoreke erênî li raya giştî nake. Divê hewayeke ku li ser bingeha aştî û çareseriyê be were afirandin. Ev kêmasî ye.
Zimanê medyayê rasterast bi helwesta siyasî ya hikûmetê ve girêdayî ye. Em hêvî dikin ku ev derfet ji aliyê Tirkiyeyê ve neyê hêderkirin. Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurdan çareser bike û demokratîk bibe, dikare li herêmê vebûn û pêşveçûneke cidî ava bike.
Helwesta duserî û gavên ku nayên avêtin ên ku we behs kirin, di nav gelê Kurd de dibin sedema gumanê. Hûn dê vê pêvajoya nû çawa ji gel re rave bikin?
Di vê mijarê de pirsgirêkek tune. Ji Danezana 27ê Sibatê heta niha em di nav gel de ne. Em dibînin ku di her qadê de gel li îradeya Serok Apo, biryara wî û hêviyên wî xwedî derdikeve. Di nav gel de gumanek tune. Pirsgirêk di nêzîkatiya dewletê de ye. Em vê jî bi awayekî eşkere ji gelê xwe re îzah dikin.
Di vê pêvajoya nû de jî garantor em in, ne dewlet e. Em ne li gorî ku dê dewlet wê gavê biavêje lê bi baweriya bi xwe, civakê, hêzên demokrasî û aştiyê bi pêş ve diçin.
Tirkiye êdî ne li hundir ne jî li derveyî welêt nikare di pirsgirêka Kurdan de polîtîkayên înkar û îmhayê bidomîne. Ji bo pêşxistina demokrasiyê û pêkanîna aştiyê şert û mercên guncav hene. Ev jî destê me xurt dike.
Mebesta min li vir hêzên demokrasiyê ne. Di mijara qanikirina gel de pirsgirêk tune. Pirs ev e: Em dê çawa bigihin zêdetir kesan? Em dê çawa zêdetir kesan di zemîna aştî û demokrasiyê de bînin ba hev? Cihê ku em lê disekinin ev e.
Hûn jî yek ji siyasetmedarên Kurd ên girîng in ku di sirgûnê de dijîn. Yek ji mijarên ku herî zêde tên meraqkirin ew e bê ma siyasetmedarên di sirgûnê de dê karibin vegerin Tirkiyeyê yan na. Di berdewamiya vê pêvajoyê de em dê we li qada siyasetê ya Tirkiyeyê bibînin?
Ne girîng e ku siyaset li ku derê tê kirin. Niha têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd ji xwe kakila siyasetê ye. Eger hûn bi civakê re di nav hev de ne, hûn pê re dixebitin, li ku derê dibe bila bibe hûn di nav siyasetê de ne. Êdî jiyana gelê Kurd bi xwe bûye siyaset.
Bê guman armanc demokratîkbûna Tirkiyeyê, guherîn û veguherîn e. Xweziya me ya herî mezin jî vegera Tirkiyeyê, vegera nav gelê xwe, vegera li axa ku em lê jiyane û dîtina gelê me ye.