Stephane Dujarric: Em çavdêriya çekdanîna PKKyê nakin

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric li ser çekdanîna PKKyê ji ajansa Rûdawê re diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî dê çavdêriya pêvajoya çekdanîna PKKyê neke.

13.05.2025, Sal - 10:34

Stephane Dujarric: Em çavdêriya çekdanîna PKKyê nakin
Nuçe Belav bike

Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, doh Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.

PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Stephane Dujarric di kongreya rojnemegeriyê de ji Nûçegihanê ajansa Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemîr re got:

"Îro(doh) berê ji min hat pirsîn û ez dikarim ji we re bêjim ku Sekreterê Giştî nûçeya biryara Partiya Karkerên Kurdistanê ku wekî PKKyê tê zanîn ya ji bo hilweşandin û çekdanînê pêşwazî dike.

Ev biryar eger were bicihkirin, gaveke din a girîng e ber bi çareseriyeke aştiyane ya nakokiya demdirêj temsîl dike.”

“Em dixwazin bibin alîkar”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser pirsa çavdêriya çekdanîna PKKyê jî got:

“Min rapor dîtin, ez difikirim di rojnameyeke Tirkiyeyê de hatibû gotin ku çek dê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bên radestkirin.

Bi qasî ku ez dizanim, me bi taybetî bi hevkarên xwe yên li mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê re jî dan û standin kir û ev ne rast e.

Ev agahî ye ku îro li cem min heye lê eşkere ye, wekî her carê, Neteweyên Yekbûyî amade ye alîkariya hêsankirina her tevgerê ber bi aştiyê ve bike.

Tiştê ku ez girîng dibînim ev e ku her kesê ku îmze li ser vê peymanê kiriye, bi pêvajoyê razî be.

Em dixwazin bibin alîkar. Eger ew ne alîkar be, ne hewce ye ku em xwe ferz bikin.

Ez difikirim ku me îro daxuyaniya ku hatibû pêşwazî kir. Em bibînin û civaka navneteweyî çawa dikarin alîkariya pêvajoyê bikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 96 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:44:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x