Sûdanî: Me hemû aliyên girêdayî PKKyê wekî rêxistinên qedexe ragihandin

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku Destûra Îraqê hemû grûbên çekdar ên ku axa cîranan dikin armanc qedexe dike.

01.06.2024, Cts - 09:59

Sûdanî: Me hemû aliyên girêdayî PKKyê wekî rêxistinên qedexe ragihandin
Nuçe Belav bike

Sûdanî herwiha got, “Ji ber vê yekê jî me hemû aliyên girêdayî PKKyê ne wekî rêxistinên qedexe ragihandin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li gel Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê AAyê hevdtînek pêk anî.

Mihemed Şiya Sûdanî li ser pêwendiyên navbera Bexda û Enqerêyê, Projeya Rêya Geşedanê, rewşa PKKyê û pêşhatên dawî yên li heremê axivî.

“Tê zanîn ka PKK di kîjan şert û mercan de heye”

"Tê zanîn ku PKK ji salên 80yî vir ve li vir hebûna xwe didomîne.

Di kîjan şertan de heye, wekî rageşiya ku ev yek bû sedem û sedemên pevçûnan tê zanîn.

Ji bo ku ev mijar ji binî ve bê çareserkirin têra xwe hewl nehat dayîn.

Em hemberî PKKyê jî hemberî aliyekî din jî di çarçoveya prensîbên hevgirtî de tevdigerin.

Destûra me ya bingehîn qedexe dike ku axa Îraqê ji bo her komeke çekdar a ku welatên cîran hedef digire re bibe qad.

Ji ber vê jî ji aliyê ewlehiya neteweyî ve me bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî hemû pêkhateyên girêdayî PKKyê qedexe kirin.

“Pêwîstiya herêmê bi aramiyê heye”

Mihemmed Şiya Sûdanî ameje bi rewşa Kampa Mexmûrê jî kir û li ser wê jî wiha got:

“Li gel vê me di mijara Kampa Mexmûrê de jî tedbîrên serastker wergirtin.

Me derbarê niştecihên kampê  hemû nav, qeyt û agahiyên niştecihên kampê ji nû ve nû kirin.

Em vê helwestê ne tenê ji bo Tirkiyeyê dê ji bo hemû rêxistinên ku dê welatekî cîran hedef bigire bi kar bînin.

Girîng e em qebûl bikin ku tu feydeya mezinbûna pirsgirêkên ji mêj ve tên ji bo feydeya ti kesî nîne.

Ji bo berjewendiya ti kesî nîne ku destûrê bidin çalakiyên komên çekdar ên ku ewlehiya herêmê tehdîd dikin.

Ji bo ku herêm pirsgirêkên siyasî, aborî û yên din çareser bike pêwîstî bi aramiyê heye."

 “Ev herêm ji ber şer rûbirûyî şepolan dibe”

Serokwezîrê Îraqê herwiha ragihand ku dê Projeya Rêya Geşepêdanê axa Tirkiye û Îraqê û Rojhilat û Ewropayê bi hevdû girê bide û wiha domand:

“Ev herêm ji ber şer û aloziyan rûbirûyî şepolan dibe. Ev yek jî pêwîst dike ku em berê xwe bidin wan projeyan ku berjewendî û sûdên hevbeş li xwe digirin.

Rêya Geşedanê, dê bazirganiya her aliyê li ser rêyê bihêz bike û bibe sedem ku bajarên nû yên pîşesaziyê bên avakirin.

Em dê dawiya vê salê dest bi vekirina cihên barkirin û danîna keştiyan li Bendera Fawê bikin û dê şandina yekem karwanê berheman ji bo korîdora Rêya Geşedanê jî dest pê bike. 

Hemû nîşaneyên aborî û xebatên fîzîbîliteyê nîşan didin ku di nav rotayên heyî de, ev korîdora ku nirxê wê yê veguhastinê herî guncav û bilez e.

Em îdia nakin ku proje alternatîf e lê pêwîstiya bazirganiya herêmê û cîhanê bi rastî jî bi Rêya Geşedanê heye.”

Sûdanî ragihand ku ew hewl didin asta bazirganiya Îraq û Tirkiyeyê zêde bikin û got: “Zêdekirina bazirganiya dualî bi Tirkiyeyê re bi berfirehbûnê pêkan e.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 489 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:47:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x