Tirkiye kuştina berpirsekî PKKê li çiyayê Garê radigihîne û PKK jî tiştekî din dibêje

Hikûmeta Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li çiyayê Gara yê parêzgeha Duhokê ragihand, di heman demê de jî firokeyên şer ên Tirkiyê îro ew çiya bombebaran kirine.

16.08.2023, Çar - 12:53

Tirkiye kuştina berpirsekî PKKê li çiyayê Garê radigihîne û PKK jî tiştekî din dibêje
Nuçe Belav bike

Li gor Ajansa “Anadolu”, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê (MÎT) li çiyayê Garê operasyoneka taybet li dijî hejmarek gerîlayên PKKyê kiriye. Di encamê de Berpirsê Ragihandinê û Arşîvê yê PKKê Celal Bîrdal yê bi nasnav (Sîdar Serhad) digel çend gerîlayên PKKê hatine.

Li gor heman jêderê, Celal Bîrdal li herêmên Zap û Xakurkê, di gelek çalakiyên li hember hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê pêk hatine de xwedî rol bûye.

Lê medyaya PKKê ev nûçe hefteya borî ragihandibû ku Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya çar gerîlayên xwe yên ku di 8ê Tebaxa 2022an de li Garê di operasynekê Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dabûn eşkere kiribû ku yek ji wan Celal Bîrdal (Sîdar Serhad) bû.

Ji aliyê din ve, îro danê sibê firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayê Gara yê li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyê de li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bandereke mezin li ser jiyana xelkê kiriye û nêzîkî 800 gund û çend deverên geştiyariyê wêran û vala bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 422 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:55:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x