Ciwanekî kurd ê bi navê Cewher Celal, ku ji Başûrê Kurdistanê ye, ji bo xwendina masterê çûye Sûdanê. Cewher Celal wisa hizir dikir, ku dê çend salan li dûrî welat û cihekê bê kurd bimîne. Lê hê di rojên destpêkê de di nav bazaran de dît, ku li ser navê gelek dikanan paşgira “Kurd” heye. Bi vî awayî kete pey kurdan û hêdî hêdî torekî mezin ê kurdî avakir.
Ciwanekî kurd ê bi navê Cewher Celal, ku ji Başûrê Kurdistanê ye, ji bo xwendina masterê çûye Sûdanê. Cewher Celal wisa hizir dikir, ku dê çend salan li dûrî welat û cihekê bê kurd bimîne. Lê hê di rojên destpêkê de di nav bazaran de dît, ku li ser navê gelek dikanan paşgira “Kurd” heye. Bi vî awayî kete pey kurdan û hêdî hêdî torekî mezin ê kurdî avakir. Xwendekarê kurd Cewher Celal ji serokatiya zanîngeha xwe ya Sûdanê re dibêje, ew dixwaze mastera xwe li ser mijara “Kurdên Sûdanê” pêşkeş bike. Lê zanîngeh vê daxwaza wî qebûl nake û jê re dibêjin; “Kurdên Sûdanê pir belav in û tu nikarî di vê masterê de serkeftî bî.”
Cewher Celal jî li ser vê yekê dest ji nivîsandina vê mijarê berdide û mastera xwe li ser mijhara “Selahadînê Eyûbî” amade dike. Lê piştî demekê din diçe cem rêveberiya zanîngehê û diyar dike, ku ew dixwaze li ser mijara kurdên Sûdanê jî master tezekî amade bike, ev daxwaza wî tê pesendkirin.
Dewlemendên Sûdanê kurd in
Peydakirina kurdên Sûdanê dibe xewna Cewher Celal. Li ser vê yekê li ku derê kurdek hebe hewldaye xwe bigihîne wan.
Xwendekarê kurd dibêje; “Ji kesekî asayî heta yê xwedî proje û xwedanê bawermendiyê, nasnameya kî kurd ba diçûme gel. Vê yekê jî karê min hêsanitr kir.”
Taybetmendiyê herî diyar ê kurdên Sûdanê ew e, ku dewlemendên vî welatî ne û di nav çîna bilind a Sûdanê de ne. Piraniya wan xwediyê şîrketan in an jî di nav hikûmetê de erk digrin.
Cewher Celal dide xuyakirin; “Li Sûdanê dema behsa kurdan tê kirin, kesên di warê bîrkarî û matematîkê de zîrek tê bîra mirovan. Ji ber ku gelek kurdên vî welatî jimêryar in. li hinek bajaran hemû jimêryar an jî muhasebekar kurd in.”
Cewher Celal bajêr bi bajêr, navçe bi navçe û gund bi gund ketiye pey kurdan. Ew diçe bajarê Wadî Xelîfa ya ser sînorê Sûdan û Misirê û dibîne, ku serokê şaredariya vê derê kurd e û navê wî Farûq Kurdî ye.
Celal ji Sûdaniyekê dipirse; “Kurdan çawa nasdikî?” ew jî bersiva xwe dide; “Kurd pir tund in û zû bi zû dest ji hizir û baweriya xwe bernadin.”
Xwendekarê kurd behsa gelek projeyên mezin ên vî welatî dike û diyar dike, xwedan û damezrênerê projeyên weke berhemanîna sabûnan, şîrketa bateriyên otomobîlan, kurd in. Herwiha di warê medyayê de jî kurdan hespê xwe bezandiye. Di nav sernivîskar û rojnamevanên navdar ên vî welatî de kurd jî hene.
Selahadîn kurd birin Sûdanê
Çavkaniyên dîrokî didin zanîn, ku kurd di 4 serdemên cuda de çûne Sûdanê. Di qonaxa yekemîn de, ku serdema Selahadînê Eyûbî ye, vî fermandarê kurd ligel xwe de hejmarek kurdên nêzîkî xwe birine Sûdanê. Îbrahîm Kurdî yek ji wan fermandaran bûye, ku Selahadînê Eyûbî ew şandiye bajarê Kurdofana Sûdanê.
Qonaxa duyemîn serdema Şêx Îdrîsê Bedlîsî û ya sêyemîn jî serdema Elî Paşa ye, ku Mihemed Elî Paşa ji bo birêvebirina vî welatî pişta xwe bi kurdan ve girêdaye. Ji bo çêkirina nexşeya Xartûma paytexta Sûdanê kesekî bi navê Miho Kurdî erkdar kiriye.
Cewher Celal behsa qonaxa çeremîn jî dike û dibêje, piştî têkçûna Şoreşa Îlonê ji ber zext û zulma rejîma Baas hinek pêşmergeyan xwe gihandiye Sûdanê.
Yek ji wan pêşmergeyên dêrîn jî Xelîl Cebarî ye, ku di dema Şoreşa Îlonê de Rêberê Siyasî yê Batalyona Hêzên 70 bûye. Ew niha li Sûdanê dijî û piştî çûna xwe jî qet nevegeriyaye Kurdistanê.
Herwiha Cewher kurdekî din jî dîtiye, ku gotiye; “Piştî em hatine vê derê jî pêwendiyên bavê min ligel Mele Mistefa Barzanî hebûn. Niha jî nameyên Barzanî ligel me hene, ku ji bavê min re şandibûn.”
Li paytext Xartûmê, li bajarê Wadî Xelîfa û Qezarîfê gelek kurd hene. Bajarê Qezarîf jî ji aliyê 3 malbatên kurd ve hatiye avakirin. Niha jî cihek li vî bajarî heye, ku jêre dibêjin Hewşa Kurd. Li bajarê Kurdofanê jî gelek kurd hene lê piraniya wan zimanê kurdî ji bîr kirine. Dîsa jî di nasnameya wan de dinivîse “Kurd in”.
Kurdên reşik
Ji bo zanîna hejmara rastîn a kurdên Sûdanê serjimêriyeke fermî nîne. Lê li gorî wan amarên Cewher Celal ji devên ne fermî bihîstiye, di navbera 80 heta 100 hezar kurdan li Sûdanê dijîn. Hinek eşîr û hoz hene, ku ew bixwe jî nizanin jijada wan kurd e.
Zanayê mezin ê ereb Îbnî Xaldûn dibêje, “eşîreta Bîce, ku eşîretekê zîrek û bi navûdeng in, ji aliyê psîkolojî, dabûnerît û danûstandinê de mîna kurdan in.”
Cewher Celal jî dibêje, “Di encama lêkolînên min de zelal e ku piraniya eşîreta Bîce kurd in. Osman Diqne şoreşgerekî mezin ê vê eşîretê bûye, ku wî kariye cara yekemîn îngîlîzan têkbibe. Wî heman şêwazê pêşmergetiyê pêkanîye. Pirtûkên dibistanên Sûdanê jî behsa OsmanDiqne dikin û dibêjin bi esil kurd e.”
Bi gotina Celal Cîgirê Wezîrê Navxwe yê berî yê Sûdanê Babekîr Diqne kurdekî bi navê Omer Kurdî bûye, ev kes damezrênerê 3 zanîngehên Sûdanê ye û kesekî profesor e.
Cewher Celal diyar dike, di guftûgoyên ligel Kurdên Sûdanê de jî wan gotiye ew bi kurdbûna xwe serbilind in, ji bo parastina çanda kurdî bi rijd in, têkiliya hevjîniyê jî ligel hoz û eşîretên sûdanî nekirine.
Lê hinek ji wan guh nedaye nasnameya nijadî û vê çandê, ligel Sûdaniyan tevlîhev bûne û niha mîna wan reşik in.
Kurdên QezarîfêCewher Celal di sala 2011ê de çûye Sûdanê û di sala 2014ê de di beşa Dîrokê ya li Zanîngeha El-Nîleyn, nameya mastera xwe ya bi navê “Rol û Bandora Kurdan di Dîroka Sûdanê de” pêşkeşkiriye.
Xwendekarê kurd behsa bajarê Qezarîf dike û dide zanîn, ku kurdên li vî bajarî çand û nêrîtên xwe pir parastine û dibêje; “Pêwendiyên civakî yên kurdên Qezarîfê pir bi sift û baş in. Mehê carekê di malekê de dicivin û bi vî awayî bi berdewamî agahiya wan ji hev dibe. Zilamek bi navê Ebdullah Kurdî jî serpereştiya wan dike.” Cewher Celal dide xuyakirin, ku tîma spore ya kurdan heye. Helbestvanê navdar Ebdullah Hesen Kurdî kesek navdar e û helbestên wî di dibistanan de tên xwendin.
Di dawiyê de jî Cewher Celal dibêje; “Derbarê hemû perçeyên Kurdistanê de agahî û zanyariyên wan hene. Gelek kurdên Sûdanê hene, ku hemû pirtûkên Barzanî, Qasimlo û Ocalan xwendine.