Brett McGurk serdana Reqqayê kir

Nûnerê taybet yê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump û Nûnerê Hevpeymaniya Navdewletiya li Dijî DAIŞ Brett McGurk serdana Reqqayê kir.

18.11.2017, Cts - 12:57

Brett McGurk serdana Reqqayê kir
Nuçe Belav bike

Bajarê Reqqayê piştî şer û pevçûnên ku 4 mehan berdewam kirin ji aliyê Quwetên Sûriya Demokratîk(QSD) ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel dikin (YPG) ve ji destê DAIŞ'ê hate rizgar kirin. Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletiya li Dijî DAIŞê Brett McGurk doh serdana Reqa kir.

McGurkê ku çû qada Naîm ya ku di 17'ê Cotmehê de pîrozbahiya rizgarkirina bajêr lê hatibû li darxistin û li vê derê ji rayedarên Amerîkî derbarê ji nû ve avakirina bajêr, rakirina bermahiyan, ceyran û xizmetên bingehîn de agahî stendin.

Her wiha Brett McGurk, ji hesabê xw eyê medyaya civakî bi twîteerê, fotografên serdana xwe ya bajêr belav kirin û ragihand ku sivîl vegeriyane deverên bajêr ku şer zêde karîgerî li wan nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1690 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:31:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x