Çekdarên HSDê li Reqqayê taxa yekemîn kontrol kirin

Li gorî zanyariyên berdest, çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqqayê taxa yekemîn kontrol kirin.

09.06.2017, Cum - 08:50

Çekdarên HSDê li Reqqayê taxa yekemîn kontrol kirin
Nuçe Belav bike

Şer û pevçûnên li bajarê Reqqayê bi hemû lez û dijwariya xwe didome. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqqayê taxa yekemîn kontrol kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) şevê din li taxa El Meşleb a rojhilatê Reqqayê pêşde çûn. Di navbera çekdarên HSDê û terorîstên DAIŞê de pevçûnên dijwar qewimîn û berî destê sibehê taxa El Meşleb ji destê terorîstên DAIŞê hate deranîn. Di şer û pevçûnan de nêzî 20 milîtanên terorîst hatin kuştin.

Piştî kontrolkirina taxa El Meşleb xebat û legerina mayîn û bombeyên binerdkirî hat destpêkirin.

Herwiha li baskê rojavayê bajar milîtanên terorîst xwestin bi wesayîtên bombebarkirî êrişî çekdarên HSDê bikin, lê çekdaran wesayîtên bombebarkirî bêbandor kirin. Pêşveçûna çekdarên HSDê ber bi navenda bajarê Reqqayê ve didome.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1775 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:22:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x