HSD: Em şerê Reqayê ranawestînin

Hêzên Sûriyeya Demkratîk (HSD) radigihîne ku ew operasyonên xwe li Reqayê ranawestînin.

28.04.2017, Cum - 06:34

HSD: Em şerê Reqayê ranawestînin
Nuçe Belav bike

Şêwermendê Giştî yê HSDê Nasir Hec Mensûr ji Kurdistan24 re got: “Me biryara rawestandina şerê Reqayê nedaye û em di pêşveçûnên xwe de berdewam in, nemaze di herdu rojên dawî de me pêşketinên mezin li bajarê Tepqayê kirin.”

Nasir Hec Mensûr diyar kir ku, mebesta Tirkiyê ji van êrîşan ew e, da ku ew operasyona Reqayê rawestînin.”

Nasir Hec Mensûr herwiha da zanîn ku, pêwîst e Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê helwestekê derbarê kiryarên Tirkiyê diyar bike, çimkî ew ne di şerê li dijî terorê de di hevpeymaniyekê de.
ji aliyekî din ve, Farmandara YPJê Nisrîn Ebdelah ji K24 re diyar kir, ku ewê li gorî pêwîstiyan parastina Rojavayê Kurdistanê bikin û heger kiryarên Tirkiyê berdewam bikin, ewê operasyona Reqayê rawestînin, lê ta niha ew biryara rawestandina şerê Reqayê nedane.

Roja 25 Nîsanê firokeyên Tirkiyê bi oprasiyonên esmanî êrîşî biryargeha navendî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li çiyayê Qereçox kirin û 20 ji şervanên YPGê şehîd bûn. Li gor fermandarên YPGê jî radigihînin, ku armanca Tirkiyê ji bombebarankirina wan ya li çiyayê Qereçoxê, astengkirina şerê Reqayê ye.

HSDê qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû. Di 13 vê mehê de Fermandariya Operesyona Hêrsa Ferêt qonaxa çaremîn ji aliyê bakurê rojavayê Reqayê dest pê kir, piştî ku ji aliyê rojhilat û rojava ve gelek serkeftin bi dest xistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:18:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x