HSD ji bendava Sewra nêzîk dibe

Di çarçoveya pêngava Hêrsa Feratê de şerê kontrolkirina bendava Sewra de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevahiya gundên bakurê rojavayê Reqayê ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û di navbera wan û bendavê de tenê gundê Mehmudiyê maye.

18.12.2016, Paz - 18:48

HSD ji bendava Sewra nêzîk dibe
Nuçe Belav bike

Li gorî fermandarên HSDê di 3 rojên bûrî de hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha bi sedan welatiyên sivîl hatin rizgarkirin.

Hêzên hevbeş dixwazin ku di zûtirîn dem de di vê qonaxê de bendava Sewra bi dest bixin, ji ber ku giringiyeke abûrî û leşkerî jê re heye û weke jêderekê mezin ji bo encamdana kehrebeyê tê nasîn. Li gor fermandarên beşdar, wê di demeke kurt de ev bendav bê kontrolkirina, çimkî çekdarên DAIŞê bi sistî berxwedanê dikin û moralên wan şikestî ne.

Qonaxa duyemîn ya pêngava Hêrsa Feratê bo kontrolkirina gundên rojavayê Reqayê ji 10 Beçele ve dest pê kiriye. HSDê ragihand, Di qonaxa yekem de wan karîne 700 k.m çargoşe li bakurê Reqayê çendîn riyên stratîjîk kontrol bikin. Herwiha jiyana hezaran xelkê sivîl rizgar bikin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1940 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:40:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x