Wezareta Karênderve yên Amerîkî Rex Tîllerson ji ber serkeftina QSD ku YPG pêşengî kiriye û rizgarkirina bajarê Reqqa QSD pîrozkir.
Tillerson di peyama xwe de got, ew bi hinceta rizgarkirina Reqayê; gelê Sûriyê, HSDê û Hevpeymana Ereb a nav HSDê pîroz dike.
Di peyamê de herwiha hat gotin, "Hîn karê me neqediyaye, lê rizgarkirina Reqayê pêngaveke krîtîk a têkoşîna dijî DAIŞê ye û ev nîşaneya wê yekê ye ku ji bo têkbirina van terorîstan serkeftina hewlên navnetewî yên derve û hundirê Sûriyê ye."
Bajarê Reqayê yê Sûriyê ku wekî paytexta DAIŞê dihat nasîn, piştî operasyona 4 mehan ji aliyê HSDê ve hat kontrolkirin.