QSD'ê dest danî li ser moşekên Rûsî!

Quwetên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarê Reqqayê dest danîn ser çend dapoyên çek û cebilxaneya çekdarên DAIŞ'ê, ku gelek moşek di nav de ne.

09.11.2017, Per - 08:48

QSD'ê dest danî li ser moşekên Rûsî!
Nuçe Belav bike

Li gor ragihandina QSD, di nava wan çekan de, rokêtên Rûsî û çekên ku bi şêweyekî xwecihî hatine çêkirin hene.

Herwiha amûr û alavên ku çekdarên DAIŞê ji bo serjêkirin û îşkencedana sivîlan di wan dapoyên çekan de hatine dîtin.

Di nava çekên ku şervanên HSD destê xwe daniye ser wan, 800 moşekên rûsî û bi sedan çekên sivik hene.

Piştî kontrolkirina bajarê Reqayê ji aliyê hêzên Hêrsa Feratê yên ser bi HSDê ve, asewarên çekdarên DAIŞê tên jinavbirin.

Roja 6ê hezîrana 2017an operasyona kontrolkirina Reqayê ji aliyê hêzên HSD ve destpê kiribû, roja, 17ê cotmehê, Reqa bi temamî hat kontrolkirin.

Operasyona Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê bi beşdarbûna 9 hezên di bin serpereştiya HSDê de dest pê kiribû. Tîma Siqûr Reqa, Lîwa El-Tehrîr , YPG, YPJ, Tabûra Şehîdên Hemam Tirkmen, Lîwa Ehrar Reqa, Lîwa Siwar Til Ebyed, Encûmena Leşkerî ya Suryan, dest bi operasyona Xezeba Firatê kirin.

Bajarê Reqayê di 03.04.2013 ketibû destê Dijbereya Sûriyê piştî şerê bi artêşa Sûriyê re. Di roja 12.01.2014 çekdarên DAIŞ û piştî vekişandina Artêşa Azad, bajarê Reqayê kontrol kiribû.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1629 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:14:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x