Şervanên HSDê li rojavayê Reqayê pêşve diçin

Şervanên HSDê li bajarê Reqayê taxên Der'ye, Hittîn û Yermûkê, herwiha herwiha gundê El-Husên a Reqayê kontrol kirin.

02.07.2017, Paz - 08:31

Şervanên HSDê li rojavayê Reqayê pêşve diçin
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevahya taxên rojavayê bajarê Reqayê dorpêç kirine û çekdarên DAIŞê jî hewl didin bi êrîşan bersivê bidin Operasyona Hêrsa Feratê.

Li aliyê rojavayê bajarê Reqayê, di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de şerekî dijwar diqewime. Hêzên HSDê derbasî nav taxên Der`ye, Hittîn û Yermûkê bûne. Çekdarên DAIŞê jî li van her sê taxan êrîşî ser şervanan dikin.

Li taxa Qedisiyê ya rojavayê Reqayê de şervanan bi tundî bersiv dan êrîşa DAIŞê û hate gotin, ku di vê pevçûnê de 17 çekdar hatine kuştin. Herwiha cenazeyê 8 çekdaran ketin destê şervanan de.

Li başûrê Reqayê jî hêzên HSDê dest danîne ser tangek, otomobîla koşka û otomobîleke bombebarkirî ya DAIŞê.

Herwiha li gorî ragihandina medyaya nêzîkê HSDê, şervanan gundê El-Huseyin ê başûrê Reqayê kontrol kirine.

Hevpeymanya navdewletî jî bi rêya balafrên şer û şêwirmendên leşkerî, piştevanya operasyonê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1616 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:09:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x