Ebadî ji Kurdistanê daxwaz kir ku peyvekê ji daxuyaniya xwe biguherîne

Endamê Parlementoya Iraqê yê Hevpeymana Dewleta Qanûnê Elî Elaqî ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyeder Ebadî ji Hikûmeta Kurdistanê xwestiye ku daxuyaniya xwe ya derbarê biryara dadgeha federal de biguherîne û peyva "rêzgirtinê" bi "pabendîbûnê" biguherîne.

15.12.2017, Cum - 10:39

Ebadî ji Kurdistanê daxwaz kir ku peyvekê ji daxuyaniya xwe biguherîne
Nuçe Belav bike

Li gorî rojnameya El Qudsa erebî, Elaqî diyar kiriye ku Ebadî ji Hikûmeta Kurdistanê xwestiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya peyva "rêzgirtinê" ya di daxuyaniya xwe ya ji bo biryara dadgeha federal de biguherîne û bike "pabendî".

Elaqî dibêje ku peyva "rêzgirtin" ji aliyê siyasî ve du wateyan dihewîne ku yek ji wan tê wateya "em biryara dadgeha federal qebûl dikin" û ya din jî ew e wek ku "nerîneke din a herêmê (Kurdistanê) heye."

Herwiha parlementerê iraqî diyar kiriye ku "Ebadî ji kurdan dixwaze ku pabendiyê bi biryarên Dadgeha Federal bikin û helwesteke zelal û eşkere nîşan bidin."

Ji aliyê din ve, Elaqê ku parlementerekî nêzîkî Ebadî ye dibêje, "ev helwesta hikûmeta herêmê (Kurdistanê) nîşan dide ku amadekariyên cihêbûnê hene" û teqez dike ku "hikûmet her dê mafê xwe ya destûrî ji bo kontrolkirina deriyên sînorî û balafirgehan bi kar bîne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1659 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:57:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x