Parlementerên Kurd bo vegera Hewramî îmze kom dikin

Ev demeke dirêj e aqûbeta wezîrê samanên siruştî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ne diyar e û ji piştî referandûma serxwebûnê Hewramî welat terikandiye û venegeryaye lê doh Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansekê çapemeniyê de ragihand, \"Hewramî bi karê hikûmet û wezareta xwe li derveyî welat e û dê vegere welêt.\"

28.11.2017, Sal - 08:11

Parlementerên Kurd bo vegera Hewramî îmze kom dikin
Nuçe Belav bike

Serokê lijneya Samanên Siruştî diyar kir ku, \"Niha em weku perlemantar tev hewl didin ji bo ku wî vegerînin welat û pêwîst e li gor peyrewa navxweya perlemanê di du heftiyan de vegere, lê eger Hewramî venegeriya hi bo ku egere em dê tevdirên din bistînin.

Dr. Şêrko Cewdet got, \"Arîşe û pirsgirêk ew e Hikûmeta Herêmê raporên darayî û diravî nîn e û rabigihîne çi heye û çi nin e, ev jî xaleka lawaz a hikumetê ye ku zelalî nîn e di siyaseta petrolê de. Pêwîst e Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser van cûre mijaran bi raport bo raya giştî zelal bike, bêje bi vî qasî qerdarîn û bi vî qasî pere me heye û ev hind pere xerc û dahatê me ye, lê mixabin vê nake ji ber hindê em nikarîn daxuyaniya bi temamî pişt rast bikîn.

Hêjayê gotinê ye ku Serokê lijneya samanên siruştî teqez kir ku, \"Aştî Hewramî weku sendoqa reşa Neft û Xaza Herêma Kurdistanê ye ji ber ku tev hurgulî û zulalî û girêbest û hesabên banka li cem wî ye û xîyaba wî kartêkirinên mezin liser îdareya kerta petrola Herêma Kurdistanê dibe.\"

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1482 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:20:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x