Fransa: Divê piştevaniya ji HSDê re berdewam be

Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand, divê ew li ser piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam bin, ji ber ku HSDê karekî cidî li dijî DAIŞê kir û gelek qurbanî dan.

27.02.2019, Çar - 09:55

Fransa: Divê piştevaniya ji HSDê re berdewam be
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian got: “Ez Bawer im ya baş ew e, em ligel HSDê bimînin, ew kesên ku karekî cidî di şerê li dijî DAIŞê de kirine û gelek qurbanî dane.”

Herwiha got: “Ji ber vê yekê jî, biryara Amerîkî ya hîştina hêzên xwe yên li leşkerî rast e û niha divê bi awayekî bêhtir em kar bi Amerîka re bikin ji bo bicihkirina mercên vê biryarê.”

Serokê Amerîka Donald Trump 19ê Berçileya 2018an biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dabû, lê berî çend rojan jî got, ewê 400 leşkerên Amerîkî li Sûriyê bihêlin.

Her di wê çarçovê de, Berpirsekî pilebilind ê Rêveberiya Amerîka ji ajansa Ruetersê re ragihandibû, dê hêzên wan beşek bin ji 800 ta 1500 leşkerên Ewropî, ku dê li wê navçeyê bimînin û diyar kir ku danûstandinên Amerîka û Hevpeymanên wê yên Ewropî, ji bo wan hêzên ku dê li herêma ewle bimînin berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 999 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:20:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x